‘Ji serê salê ve 18 koçber mirine’

Dezgeha Lûtke ya ji bo karên koçber û penaberan ragihand ku ji serê salê ve 18 koçber jiyana xwe ji dest dane.

‘Ji serê salê ve 18 koçber mirine’
2 tebax, 2025   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgeha Lûtke ya ji bo karên koçber û penaberan derbarê welatiyên ku hewl didan koçî Ewrupa û welatên din bibin û jiyana xwe ji dest dane, daxuyaniyek belavkir.

Li gorî Dezgeha Lûtke ji serê salê ve 18 koçberên dixwestin ber bi Brîtanyayê ve biçin, jiyana xwe ji dest dane.

Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku Brîtanya hewl dide rê li koça ne yasayî bigire û dixwaze torên bazirganîkirina bi mirovan hilweşîne.

Li gorî heman daxuyaniyê meha borî cara ewil rê hat dayîn ku polîsên Fransayê ji bo teqandina kayikên koçberan kêrê bikarbînin.

Hêjayî gotinê ye Dezgeha Lûtke ne got ku ev koçber ên Herêma Kurdistan, Iraq yan jî welatek dinin yan na.