Di êrişên hewayî yên Rûsyayê de 2 kes mirîn, 18 kes birîndar bûn

Rûsyayê duh bi şev ji hewayî ve êriş bir ser gelek herêmên Ukraynayê. Li paytext Kîevê banê avahiya hikumetê û qatên jor xisareke mezin dîtin. Ji ber êrişan li seranserî Ukraynayê herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

Di êrişên hewayî yên Rûsyayê de 2 kes mirîn, 18 kes birîndar bûn
7 îlon, 2025   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokwezîra Ukraynayê Ioulina Svyrydenko li ser Telegramê daxuyaniyek da û got: "Di encama êrişa dijmin de banê avahiya hikumetê û qatên jorîn zerar dîtin." 

Di êrişên li Kîevê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 18 kes jî birîndar bûn. Rayedaran diyar kir ku Rûsyayê bi balafirên bêmirov li bajêr êrişeke giran kir.

Li herêma Sûmi ya li bakurrojhilat jî di êrişeke din a Rûsyayê de kesek jiyana xwe ji dest da, zarokekî 9 salî jî di nav de gelek kes birîndar bûn. Hate ragihandin ku li herêmên Zaporijya û Kryvyi Rih jî di encama bombardûmê de gelek mirov birîndar bûn.

Di ser dagirkeriya Rûsyayê ya li Ukraynayê re zêdeyî sê sal derbas bûn. Hêzên Kremlînê hîn jî ji sedî 20 ê xaka Ukraynayê kontrol dikin. Li aliyê din hewldanên dîplomatîk ên hefteyên dawî bi pêşengiya Serokê DYA'yê Donald Trump hatin destpêkirin, bê encam man.