Ji Xezayê du mûşek avêtin Îsraîlê

Artêşa Îsraîlê ragihand ku du guleyan mûşekan ji Xezayê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin û diyar ku mûşekek li herêmeke vala ketiye û yek hat bêbandorkirin.

Ji Xezayê du mûşek avêtin Îsraîlê
7 îlon, 2025   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee agahî li ser hesabê xwe yê X’ê parve kir û got, alarmên hişyariyê ku li herêma Xelaf a Xezayê û bajarokê Netivotê hatin danîn, lê dane.

Adraee diyar kir du guleyên mûşekan ji naverasta Xezayê hatin avêtin û da zanîn ku guleyek hat bêbandorkirin û yek li herêmeke vala ket.

Televîzyona 12ˊan a Îsraîlê jî ragihand ku li deverên Xelaf a Xezayê û Netivotê alarmên hişyariyê lê dane.

(bb)