Şahidekê êrişa li ser stasyona neftê vegot

Şahidekê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser stasyona niftê ya li gundê Bana Şikeftê vegot.

Şahidekê êrişa li ser stasyona neftê vegot
Şahidekê êrişa li ser stasyona neftê vegot
Şahidekê êrişa li ser stasyona neftê vegot
Şahidekê êrişa li ser stasyona neftê vegot
Şahidekê êrişa li ser stasyona neftê vegot
Şahidekê êrişa li ser stasyona neftê vegot
25 kanûn, 2023   09:44
QAMIŞLO
CÎHAN BÎLGÎN - EHMED SEMÎR

Jina bi navê Mîhan Osman yek ji şahidên êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser stasyonê niftê ya li gundê Bana Şikeftê  ye, êriş vegot.

 Mîhan Osman anî ziman ku piştî dengê lêdana balafirên şer yekser mudexele kirine û got: “Di dema êrişê de em li malê bûn. Dengekî bilind hat. Em derketin derve me dît ku stasyon hatiye hedefkirin û agir pê ketiye. Hevjînê min çû stasyonê xebatkarê birîndar derxistin û aniyê malê. Me li vir ew derman kir. Me agahî dan tîmê agirkuj û rêveberiya stasyonê. Agir hate vemirandin û em jî heta saet 01.00 li derve man.” 

23`ê Kanûna 2023`yan saet di 22.20’an de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer stasyonên stasyonên niftê (petrolê) bombebaran kir. Yek ji cihê ku êriş lê hatiye kirin stasyona Qereçox a 8`an e. Ev stasyon li gundê Banê Şikeftê ye û 40 km dûrî navçeya Rimêlan e.

Di êrişê de xebatkarê stasyonê jî ji destê xwe birîndar bûye. Di encama êrişê de 3 depoyên stasyonê zirarên mezin dîtin û stasyon bi temamî ji xizmetê derket. Nifta ku di depoyan de bû di encama êrişê de hemû li erdê rijiya.

Şêniyên li gundê Banê Şikeftê piştî êrişa dewleta Tirk berê xwe daye stasyonê ku xebatkarê stasyonê derman kirine.

ANHA