Di êrişa Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê de kesek hate kuştin

Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir û di encamê de kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Di êrişa Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê de kesek hate kuştin
23 gulan, 2024   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya Lubnanê ragihand ku balafireke bêmirov a biçek a Îsraîlê li başûrê Lubnanê erebeyek li ser rêya Kefer Decal-Nebetiyê bombebaran kiriye.

Hate diyarkirin ku di encama bombebaranê de ajokarê erebeyê hat kuştin û 3 xwendekarên di erebeyê de jî birîndar bûn.

(bb)