Meclisa Leşkerî ya Hecînê bi şêniyan re civiya

Meclisa Leşkerî ya Hecînê bi şêniyên gundewarên li rojhilatê Dêrazorê re civiya.

Meclisa Leşkerî ya Hecînê bi şêniyan re civiya
Meclisa Leşkerî ya Hecînê bi şêniyan re civiya
Meclisa Leşkerî ya Hecînê bi şêniyan re civiya
Meclisa Leşkerî ya Hecînê bi şêniyan re civiya
Meclisa Leşkerî ya Hecînê bi şêniyan re civiya
Meclisa Leşkerî ya Hecînê bi şêniyan re civiya
Meclisa Leşkerî ya Hecînê bi şêniyan re civiya
Meclisa Leşkerî ya Hecînê bi şêniyan re civiya
Meclisa Leşkerî ya Hecînê bi şêniyan re civiya
23 gulan, 2024   13:19
DÊRAZOR

Meclisa Leşkerî ya Hecînê ya girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi şênî, endamên sazî, meclis, komînan û rûspiyên gundewarên rojhilatê kantona Dêrazorê re civiya. Di civînê de rola şêniyan a di şerê gel ê şoreşgerî û parastina destkeftiyên herêmê de hat vegotin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hecînê Ehmed El Ubeyd di civînê de axivî û wiha got: "Em şervan û sivîl yek in. Em di hemû astan de hev temam dikin. Em amade ne giliyên şêniyên xwe guhdarî bikin."

Ehmed El Ubeyd diyar kir ku hewldanên têkbirina ewlehiya herêma Dêrazorê dê bi hevgirtina şênî û eşîrên wê têk biçin û bal kişand ser rola eşîran a di rizgarkirina herêmê de.

Beşdaran jî diyar kir ku ew bi hêzên xwe yên leşkerî re hevgirtî ne.

(bb)

ANHA