Rûsyayê careke din ‘herêma bêçek’ bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê piştî 2 mehan careke din li “herêma bêçek” gelek dever bombebaran kirin.

Rûsyayê careke din ‘herêma bêçek’ bombebaran kir
23 gulan, 2024   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku piştî bêdengiya ku zêdetirî 2 mehan dewam kir, balafirên şer ên Rûsyayê duh derengiya şevê li “herêma bêçek” gelek gund û bajarok bombebaran kirin.

SOHR’ê diyar kir ku balafirên şer ên Rûsyayê eniya Kebane ya herêma Cebel El Ekrad a li bakurê Laziqiye û deverên Şenan, Riwêha, Ihsim û Merbelît ên herêma Cebel El Zawiyê yên li başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Li gorî SOHR’ê, hemwextî bombebaranê balafirên keşfê yên Rûsyayê jî li ser herêmên navborî digeriyan.

(bb)