Di êrişa Îsraîlê de fermandarekî Hizbullahê hat kuştin

Rayedarekî artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişa wan a duh bi şev a li başûrê Lubnanê de fermandarekî Hizbullahê hatiye kuştin.

Di êrişa Îsraîlê de fermandarekî Hizbullahê hat kuştin
8 nîsan, 2024   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê X’ê parve kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku balafirên şer ên Îsraîlê duh bi şev herêma Sultaniya ya li başûrê Lubnanê bombebaran kiriye û di encamê de ji fermandarên Hizbullaha Lubnanê Elî Ehmed Hisên hatiye kuştin. 

Li gorî daxuyaniyê fermandarê hatiye kuştin berpirsê Hizbullahê yê li herêma Cibal El Remîm a Hêza Ridwan a girêdayî Hizbullahê bû û berpirsê plankirin û pêkanîna êrişan li herêma Cîbal El Remîm ên li dijî Îsraîlê bû.

Medyaya Lubnanê jî ragihand ku Îsraîlê li bajarokê Sultaniya yê parêzgeha Nebetiya yê başûrê Lubnanê malek bombebaran kiriye û di encamê de 3 kes hatine kuştin û birîndar jî hene. Hate diyarkirin ji ber bombebaranê ziyanên mezin gihaştin mal û avahiyên derdorê. Hate gotin xebatên rakirina kavilan dewam dikin.

(bb)