Di êrişa Îsraîlê de 13 xebatkarên nexweşxaneyekê birîndar bûn

Artêşa Îsraîlê li bajarê Sûrê yê Lubnanê derdora nexweşxaneyekê bombebaran kir. Di encamê de 13 xebatkarên nexweşxaneyê  birîndar bûn û zerarên mezin çêbûn.

Di êrişa Îsraîlê de 13 xebatkarên nexweşxaneyekê birîndar bûn
31 gulan, 2026   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê bi daxuyaniyekê ragihand, di encama bombebarana Îsraîlê ya li bajarokê Sûrê ya li derdora nexweşxaneyekê de 13 xebatkarên nexweşxaneyê  birîndar bûn. Her wiha zerarên madî yên mezin çêbûn.

Wezaretê bang li civaka navneteweyî kir ku "Sînorekî ji êriş û zêdegaviyên Îsraîlê re deyne."

(bb)