Îsraîlê Derayê gulebaran kir: Ciwanek birîndar bû

Artêşa Îsraîlê herêma Wadî Ruqad a rojavayê Derayê gulebaran kir. Di encamê de ciwanek birîndar bû.

Îsraîlê Derayê gulebaran kir: Ciwanek birîndar bû
31 gulan, 2026   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku hêzên Îsraîlê herêma Wadî Ruqad a rojavayê gulebaran kir. Di encamê de ciwanek ji pî û milê xwe yê rastê ve birîndar bû.

Tê gotin, ciwanê birîndar bûye ji gundê Besalî yê başûrê Quneytîrayê ye û navî wî Elaedîn Elî El Xidir e.

Hêzên UNDOF‘ê ew birîndar rakirin Nexweşxaneya Newa ya Derayê.

(bb)