Fransa der barê Lubnanê de daxwaza civînek awarte li NY‘yê kir

Fransa piştî zêdebûna rageşiya Îsraîlê li başûrê Lubnanê û kontrolkirina keleha Şiqêfê, daxwaza civîneke awarte li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir.

Fransa der barê Lubnanê de daxwaza civînek awarte li NY‘yê kir
31 gulan, 2026   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku artêşa Îsraîlê keleha Şiqêf a başûrê Lubnanê kontrol kir, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê ragihand ku welatê wî daxwaza civîneke awarte li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrault ji BFM TV re got: "Min daxwaza civîneke awarte li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir; ji ber ku her çendîn em mafê Îsraîlê mîna her welatekî ji bo parastina xwe ya rewa, ji bo parastina xwe li dijî êrişên Hizbullahê nas dikin, lê dirêjkirina operasyonên leşkerî yên Îsraîlê li Lubnanê û dagirkirina bêtir a axa Lubnanê rewa nake."

l Barrault anî ziman ku Îsraîlê şaştiyek mezin dike û ev li gotinên xwe zêde kir "Zêdegaviyên Îsraîlê li xaka Lubnanê ne tenê li dijî sozên wê ne, lê madem  ji 17‘ê Nîsanê ve agirbestek li Lubnanê heye, hingî ev zêdegavî li dijî qanûnên navneteweyî ne jî."

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê piştî operasyojneke leşkerî û êrişên giran keleha Şiqêf a stratejîk a li başûrê Lubnanê kontrol kiriye.

(bb)