Di êrişa dagirkeran de 2 welatî li nava zeviyên xwe birîndar bûn

Di êrişa dagirkeran de 2 welatî ji heman malbatê li nava zeviyên xwe birîndar bûn.

Di êrişa dagirkeran de 2 welatî li nava zeviyên xwe birîndar bûn
5 cotmeh, 2024   17:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Cerad ê gundewarê bakurê kantona Mınbicê 2 welatî li nava zeviyên xwe dixebitîn hedef girtin.

Navendê ragihand ku dagirkeran bi fûzeyan ew welatî hedef girtin. Di encamê de birîndar bûn. Navên her du welatiyên birîndar bûne wiha ne; Hisên El Kesom (22) û Casim El Kesom (40).

Der barê hûrgiliyên birîndaran de navendê aşkera kir ku Hisên di destê xwe yê çepê de birîndar bûye û Casim jî di serê xwe de bi parçeyekê û di lingê û destê xwe yê çepê de bi parçeyekê birîndar bûye.

Her du birîndar rakirin nexweşxaneya Minbicê.

(fr)