Li Reqayê ji penaberên ji Lubnanê vedigerin re navend hat vekirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê ragihand ku ji welatiyên ji Lubnanê vedigerin re çi penaberên Lubnanî yan jî penaberên Sûriyeyî yên ji derveyî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bin, navend vekirin.

Li Reqayê ji penaberên ji Lubnanê vedigerin re navend hat vekirin
5 cotmeh, 2024   17:21
REQA

Ji destpêka êrişên li dijî Lubnanê ve, hejmara welatiyên Sûriyeyî û Lubnanî yên ji Lubnanê gihaştine Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bû 16 hezar û 243 welatî.

Der barê penaberên Lubnanî yên gihaştine kantona Reqa, her wiha Sûriyeyiyên ji derveyî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Reqaayê bi daxuyaniyekê mekanîzmaya dan û standina bi wan re ragihand.

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqa Sebah Ebdulezîz daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin hin malbatên ji Reqaayê ji Lubnanê vegerîn kantonê û tevî wê welatiyên Lubnanî jî hene.

Ji bo alîkariya welatiyên ji Lubnanê vedigerin ku li kantonê bimînin, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê li herêma Ednaniyê ya gundewarê Reqayê navend vekir.

(fr)

 ANHA