Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bangên bilindkirina têkoşînê

Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan û Rêxistinên Civaka Demokratîk ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bang kir ku bi dezgehên çepemeniyê yên cîhanê û navneteweyî, kesayetên hiqûqî û qanûnî re hevkar bin.

5 cotmeh, 2024   19:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi nêzbûna salvegera 26ʹan a destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re, Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan û Rêxistinên Civaka Demokratîk a kantona Dêrazorê li hola Meclisa Sivîl a Dêrazorê li herêma 7 Kîlo semînerek da. Di semînerê de li ser komployê û rêbazên misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat nîqaşkirin.

Di semînerê de endamên Rêxistinên Civaka Demokratîk, nûnerên Meclisa Sivîl a Dêrazorê, Desteya Hundirîn, Komîteya Jinan, Sendîkaya Parêzeran, Meclisa Edaletê û Partiya Sûriya Pêşerojê beşdar bûn.

Hevseroka Rêxistinên Civaka Demokratîk a kantona Dêrazorê Seca El Huwêdî axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Seca pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bal kişand ser pêwîstiya bilindkirina têkoşîn û berxwedanê.

Hevserokê Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan Mihemed Niêmî axivî û got: "Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya parastina ewlehiya herêmê û navneteweyî ji Şamê derket. Komploya li dijî wî xwedî gelek rehendan e. Ev komplo bi hevkariya hêzên veşartî ku bi armanca wêrankirina gelan pêk hat."

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Enwer El Esir axivî û got: "Bûyerên ku Rêber Abdullah Ocalan tê re derbas dibe nayên wesifkirin."

Dûre beşdaran nîqaş kir û got ew pergala êşkence û qirkirinê ya li girtîgeha Îmraliyê şermezar dikin.

Semîner bi gelek encamnameyan bi dawî bû û wiha ye:

Hevkarî bi dezgehên çapemeniyê yên cîhanê û navneteweyî, kesayetên hiqûqî û qanûnî re li ser asta cîhanê were kirin.

Ji aliyê hiqûqî û siyasî ve di hemû dezgehên navneteweyî de çalakiyên navneteweyî werin lidarxistin.

Bi armanca rawestandina binpêkirinên li ser Rêber Abdullah Ocalan bi Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Human Rice Watch (HRW) re hevkariyê dikin.

Avakirina tora peywendiyan bi parêzerên navdewletî re.

Her wiha Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan û Rêxistinên Civaka Demokratîk a Kantona Reqayê di heman çarçoveyê de paneleke diyalogê li dar xist. Di panelê de endamên însiyatîfê, Yekitiya Parêzeran a Reqayê, Yekitiya Parêzeran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

Di panelê de endama Yekitiya Parêzeran a Reqayê Xedîce Bedêwî li ser komploya navneteweyî axivî û got: "Di 26ʹemîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re armancên veşartî yên bi nûnertiya hedefgirtina Rojhilata Navîn û azadîxwazên li cîhanê pêk nehatin. Bi wê re diyar bû ku dewleta Tirk a dagirker armancên xwe pêk neanîn û hîna li ser pêkanîna wan armancan di tevgerê de ye. Ji lew re ji me tevan tê xwestin ku em armancên komployê, çawaniya bixistina wê bixin pirsiyarên cidî û rastiya wê nîqaş bikin."

Şêwirmendê Yekitiya Parêzeran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fîras Cuma li ser komployê axivî û got: "Em hemû mezinahiya komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dizanin. Di komployê de gelek dewlet mîna Gladio, MÎTʹa Tirk, Mossad, DYEʹ beşdar bîn. Ji lew re divê em bi komploya navneteweyî bi nav bikin."

Piştî beşdaran nîqaş kir. Di nîqaşan de hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Reqa Reed El Fadil axivî û got: "Dema em li ser komployê diaxivin, em gelek hûrgiliyan dibînin. Dema em parêznameyên Rêbertî dixwînin, em dibînin ku Rêbertî çareserî ji bo dozên civakî yên asê yên li Rojhilata Navîn danîne. Ji ber wê divê dewleta Tirk Rêbertî serbest berde."

Hevserokê Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhad Hesen axivî û got: "Di axaftina li ser komployê de divê em bûyerên pêk hatine bi bîr bixin û Rojhilata Navîn li beramber guhartinê bû. Bi wê re fikra Rêbertî hat û ev guhartin aşkera kirin û ew revandin û radestî faşîsta Tirk kir."

Hevseroka rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Reqa Feyroz Xelîl axivî û got: "Em di qonaxa tirs û kêmasiyê re ji hêla dewletên kapîtalîst û destên veşartî ve derbas dibin. Em Kurd û Ereb doza Rêbertî dozeke cîhanî dihesibînin û divê tavilê were berdan."

Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a Reqayê Xedîm Îdan got: "Ji ber ku Rêbertî banga azadiya gelên bindest kir komplo li dijî wî hat pêkanîn. Divê têkilî bi Sendîkayên Parêzeran a Ereb li Misirê û Îmarat re bê danîn û tîmeke xurt ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan were avakirin. Her wiha divê xebat ji bo rakirina navê terorîstê ji ser PKKʹê bê kirin."

Di dawiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Reqa Meşleb El Tirkan axivî û got: "Divê rastiya ku li dijî Rêbertî pêk tê were aşkerakirin. Ji gelek salan ve em rewşa tenduristî û derûnî ya Rêbertî nizanin. Em wek parêzer, hiqûqnas û karkerên saziyên Rêveberiya Xweser armanca me ya yekemîn pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî be."

(fr)

ANHA

Reqa

Dêr el zor