Di erdhejên Japonyayê de 64 kesên jiyana xwe ji dest da

Bîlançoya erdheja Japonyayê girantir bû, li gorî desthilatê heta niha 64 kes jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 300 kes jî birîndar bûne.

Di erdhejên Japonyayê de 64 kesên jiyana xwe ji dest da
3 ÇILE, 2024   14:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî ayleta Ishikawa ku nexwest navê xwe aşkera bike, ragihand ku bîlançoya erdhejê girantir bûye û heta niha 64 kes ê jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 300 kes jî birîndar bûne. Rewşa 20 jî giran e.

Ji ber ku Japonya li ser Kembera Êgir a Pasîfîkê ye, erdhej lê zêde çêdibin.

Tîmên xilaskirinê, hewl didin xwe bigihînin herêmên avahi lê hilweşîn. Di encama erdhejê de zirar li rêyan hatiye û kehrebe ji ser bi deh hezaran malan qut bûye.

Desteya Meteorolojiyê ya Japonyayê ji dema erheja destpêkê ve 200 caran erd hejiye. Her wiha hişyarî da ku di rojên bê de erdhejên mezin rû bidin. 

(şx)