Tevgera Xwendekarên Demokratîk soza berdewamkirina berxwedan da

Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Zanîngeha Kobanê der barê êrişa dewleta Tirk a dagirker de dauxyanî dan û diyar kirin ku ew ê heta dawiyê xwedî li şoreşa xwe derkevin.

Tevgera Xwendekarên Demokratîk soza berdewamkirina berxwedan da
3 ÇILE, 2024   14:16
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker ji 23'Kanûna 2023`yan ve êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di êrişan de binesaziya herêmê, navendên stratejîk, xizmetguzarî û dibistan hedef girtin. Ji ber wê dibistan û zanîngeh bi temamî hatin rawestandin.

Têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker, Tevgera Xwendekarên Demokratîk li pêşiya Zanîngeha Kobanê daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê xwendekara Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî Narîn Ednan Şêx Bozan ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin; " Em wek Tevgera Xwendekarên Demokratîk van êrişên hovane ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilata Sûriyeyê dike, şermezar dikin. Dewleta Tirk di êrişên xwe de cihên welatiyan bombebaran dike. Her wiha 5 dibistanan hatin ruxandin û bi hezaran xwendekaran ji xwendina xwe bûn. 10 welatî şehîd bûn."

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker koçberkirina gelên herêmê û bi taybetî dûrxistina ciwan û xwendekaran ji welatê xwe ye, lê belê li hember êrişan tevgerê soz da ku xwendekar dev ji xwendina xwe û şoreşê bernadin.

Her wiha soza hate dayîn ku bi berdewamkirina xwendinê û perwerdeyê dê rêya şehîdan berdewam û destkeftiyên şoreşê biparêzin.

)sş(

ANHA