315 jin qetil kirin, 248 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dan

KCDP: Li gorî rapora sala 2023’yan a KCDP’ê di nava salekî de herî kêm 315 jin qetil kirin, 248 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

315 jin qetil kirin, 248 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dan
3 ÇILE, 2024   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN 

Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP) rapora xwe ya sala 2023’yan eşkere kir. di sala 2023’yan de 315jin ji hatin qetilkirin. Her wiha 248 jinên bi awayeke guman jiyana xwe ji dest dan.

Di raporê de hat gotin ku di nava 15 salên ku qirkirina jinan dihat qeydkirin de tenê sala ku Peymana Stenbolê hatibû îmzekirin hejmara qetilkirina jinan kêm bûye. Hat gotin ku piştî betalkirina peymanê rêjeya tundiya li dijî jinan û qetilkirina wan zêde bûye.

Li gorî raporê; herî zêde jin li Stenbolê hatin qetilkirin. Piştre jî li Îzmîr û Enqereyê. Ji 315 cînayetên jinan 8 jê li Mûglayê hatin kirin. 8 jin jî bi êşkenceyê hatin qetilkirin.