Di erdheja li Kolombiyayê de 69 kesan mirin

Di erdheja li rojavayê Kolombiyayê rû da de, 69 kes mirin, zirarek mezin bi avahiyan bû, avahî hilweşîn û şênî di bin kavilan de man.

Di erdheja li Kolombiyayê de 69 kesan mirin
10 tebax, 2026   22:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rayedarên herêmî, hejmara miriyên erdheja xurt a ku îro li rojavayê Kolombiyayê qewimî gihîştiye herî kêm 69 kesan.

Li herêma Risaralda 40 kes, li herêma Valle del Cauca 27 kes û li bajarê Manizales 2 kes mirin.

Erdhej bi pileya 7.4 rû da û Desteya Lêkolîna Jeolojîk a Kolombiyayê da zanîn ku navenda erdhejê li nêzî San José del Palmar li herêma Chocó bû.

Erdhejê zirareke mezin çêkir, hejmarek avahî hilweşîn. Herî kêm li bajarê Cali 20 avahî hilweşîn. Desthilatan xebatên li 6 balafirgehên zirardîtî rawestandin.

Şêniyên Bogotá û hin deverên Venezuelayê erdhej hîst kir. Tîmên rizgarkirinê di nirxandina ziraran û lêgerîna welatiyan de dewam dikin.

(f)