Di çalakiyên gerîla de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên YJA Starê li herêma Zapê li leşkerên Tirk ên dagirker da. Di encama çalakiyên sekvaniyê de 3 leşker hatin kuştin.

Di çalakiyên gerîla de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin
6 gulan 2024   13:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

3'yê Gulanê saet di 14:20, 13:15 û 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî dagirkerên ku ketin nava liv û tevgerê çalakiyên sekvaniyê hatin kirin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin kirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

1, 2, 3, 4 û 5'ê Gulanê li herêma Garê qadên Repînê, Deşta Nehlê, Dêreşê û Zêvkê 6 caran, li herêma Metînayê qada Bêşîlî 4 caran, li herêma Xakurkê Ava Lolanê û qada Kolîtê 2 caran; bi giştî 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

3, 4 û 5'ê Gulanê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Îbrahîm, Golka, Dergelê, Girê Amediyê, Girê Cûdî, Girê Şehîd Pîrdogan, Bêşîlî û Şêlazê bi helîkopterên êrişê û çekên giran hatin bombekirin."