Hêzên rejîma Îranê kolberek din qetilkirin

Hate ragihandin ku şeva borî li herêma sînorê Hengejal ê li Bane, kolberek di encama êrişa hêzên pasewanên rejîma îranê de jiyana xwe ji dest daye.

Hêzên rejîma Îranê kolberek din qetilkirin
6 gulan, 2024   14:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê ragihandî, şeva borî li herêma sînorê Hengejal ê li Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên pasewanên rejîma Îranê êrişî komek kolber kirine û di encamê de kolberek bi navê Eta Rostem Pur yê ji bajarê Seqîzê hate qetilkirin

Her wiha hate diyarkirin ku cenazeyê Eta Rostem Pur hîna li nexweşxaneya Selahedîn Eyubî ya Baneyê ye û radestî malbatê nehatiye kirin.

Hêjayî gotinêye ku ji serê meha Gulanê ve di encama êrişa hêzên rejîma Îranê de, 3 kolber hatine qetilkirin û 3 kolber jî birîndar bûne.