Çeteyan li rojnamevanên xwepêşandan dişopandin xistin

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li rojnamevan û çalakvanên ku xwepêşandan dişopandin, xistin.

Çeteyan li rojnamevanên xwepêşandan dişopandin xistin
6 gulan, 2024   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li herêmên Biniş, Cebel Zawiya, Cisir El Şexûr û bajarokê Erîha yên başûrê Idlibê li dijî çeteyên Heyet Tehrîr El Şam xwepêşandan hatin lidarxistin. 

Di xwepêşandanan de bangên serbestberdana girtiyên di girîgehên çeteyan de û derketina çeteyên navborî jî herêmê hatin kirin.

Li bajarokê Erîhayê çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li çalakvan û rojnamevanên ku xwepêşandan dişopandin, xist.

(bb)

ANHA