Xelkê Dirbêsiyê li dijî zêdekirina buhayan xwepêşandan li dar xist

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê li dijî zêdekirina buhayan xwepêşandan li dar xist û banga li aliyê têkildar kir ku rewşa jiyanî baş bikin.

Xelkê Dirbêsiyê li dijî zêdekirina buhayan xwepêşandan li dar xist
Xelkê Dirbêsiyê li dijî zêdekirina buhayan xwepêşandan li dar xist
Xelkê Dirbêsiyê li dijî zêdekirina buhayan xwepêşandan li dar xist
Xelkê Dirbêsiyê li dijî zêdekirina buhayan xwepêşandan li dar xist
Xelkê Dirbêsiyê li dijî zêdekirina buhayan xwepêşandan li dar xist
Xelkê Dirbêsiyê li dijî zêdekirina buhayan xwepêşandan li dar xist
5 tîrmeh, 2026   15:12
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê li dijî zêdebûna buhayên xurekê, pêdiviyên bingehîn û sotemeniyê xwepêşandanek li çerxerêya Gardîniyayê li dar xist. Bi dehan şênî, siyasetmedar û rewşenbîr beşdarî xwepêşandanê bûn.

Di xwepêşandanê de pankartên bi nivîsên "Erê ji jiyaneke bi rûmet re" vekirin û dirûşmên şermezarkirina zêdekirina buhayan berz kirin. Bang li aliyên têkildar jî kirin ku daxwazên wan bi cih bînin.

Xwepêşandêran xwepêşandan bi meşekê di nava sûka bajêr de bi dawî kirin.

(bb)

ANHA