Dewleta Tirk leşkeran derbasî Başûr dike

Artêşa dewleta Tirk a dagirker ji navçeya Çelê ya Colemêrgê leşkeran derbasî Başûrê Kurdistanê dike.

Dewleta Tirk leşkeran derbasî Başûr dike
11 tîrmeh, 2024   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate diyarkirin dewleta Tirk a dagirker di Deriyê Sînor ê Uzumluyê re yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê, bê navber wesayitên zirxî derbasî Başûrê Kurdistanê dike.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, artêşa Tirk gefê li şêniyên herêmê dixwe ku dernekevin derve. Her wiha ji bo konvoya leşkerî bê derbaskirin, deriyê sînor duh ji serê sibehê ve girt. Li gorî agahiyan gelek konvoy duh danê êvarê derbasî nava Başûrê Kurdistanê bûne.

Artêşa Tirk a dagirker her ku diçe dagirkeriya xwe ya li nav Başûrê Kurdistanê berfirehtir dike. Di nava van rojên dawîn de, bi hezaran leşker û bi sedan wesayîtên zirxî û leşkerî derbasî nava xaka Başûrê Kurdistanê kirine û bi dehan baregehên nû ava kirine.