YPJ’ê têkildarî konferansa xwe ya 4’emîn daxuyaniyek da

YPJ’ê konferansa xwe ya 4’emîn di navbera 30’ê Hezîranê û 2’yê Tîrmehê de li dar xistibû. YPJ’ê îro daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo pêkanîna erkên dema nû amade ne û dê xwedî li azadiya xwe û nirxên şoreşa azadiyê derkevin.

11 tîrmeh 2024   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) di navbera 30 Hezîranê û 2’yê Tîrmehê de bi beşdariya 115 delegeyên ji pêkhateya Kurd, Ereb, Asûr, Tirkmen û enternasyonalîst bi dirûşma “Bi hêza jina azad em ê şoreşa jinan û welat biparêzin, azadiya Rêber Apo misoger bikin”, konferansa xwe ya 4’emîn li dar xistibû. 

YPJ’ê der barê konferansa xwe de daxuyaniyek parve kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Me konferansa xwe ya 4’emîn di navbera 30 Hezîranê û 2’ê Tîrmehê bi beşdariya nûnerên tevahî qadên me yên xebatê û nûnerên tevgera azadiya jinan li dar xist. Bi kombûna 115 delegeyên ji pêkhateya Kurd, Ereb, Asûr, Tirkmen, Enternasyonalîst û bi dirûşma “Bi hêza jina azad em ê şoreşa jin û welat biparêzin, azadiya Rêber Apo misoger bikin” hate lidarxistin. Konferansa me asteke bilind a coş, moral û biryardariyê derxiste holê. Perspektîfên Rêbertî, peyamên Tevgerên jin, rewşa siyasî-leşkerî, rewşa rêxistinî-bîrdozî, ji nûve avakirin, şerê gelê şoreşgerî û plansaziya dema nû bi awayekî berfireh hate nirxandin. Bi dahûrandin û nîqaşên dewlemend û bi biryardariya ku teqez emê pêvajoyê di lehê azadiyê de qezenc bikin, konferansa me bi awayekî serkeftî bi encam bû.

Di salvegera şehadeta hevrêya fedaî Zîlan (Zeynep Kinaci) de pêkanîna konferansa me, nîşaneya israra me ya di pêkanîna rêgezên azadiya jinê û meşa di xeta berxwedanî û fedaîtiya ku di şexsê hevrê Zîlan de şênber bûye. Bi vê boneyê em careke din diyar dikin ku wê mîrateya hevrê Zîlan bibe rênîşana meşa me ya azadî û serkeftinê.

Konferansa me, siyaseta îşkence û tecrîda mutlaq a ku li Îmralî li dijî Rêber Apo tê meşandin bi awayekî berfireh nirxand. Ji bo têkbirina vê polîtîkayê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo Konferansa me diyar kir ku wê YPJ hemû enerjî û hêza xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo seferber bike û wê pêşengiyê ji pêngava “Ji Rêber Apo re azadiya fîzîkî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bike. Li ser vê bingehê em 4. Konferansa xwe ya YPJ diyarî Rêber Apo dikin, em berxwedaniya bi rûmet a gerîlayên azadiya jin silav dikin û konferansa xwe li tevahî jinên azadîxwaz pîroz dikin.

Di konferansê de rewşa siyasî û leşkerî bi hemû aliyên wê ve hate nirxandin. Hêzên hegemonîk hewl didin qirîzê bi qirîzê bidin çareser kirin û li şûna siyaseta diyalog û çareseriyê, rê û rêbazên leşkerî esas digrin. Ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên qirêj hemû nirxên mirovî û exlaqî binpê dikin. Ji bo wê konferansa me da diyarkirin ku kûrbûn û berfirehiya pirsgirêkan encax bi pêşengî û aqlê jinê ve were nirxandin û çareser bibe. Pêşengiya vê ya parastinê jî yekîneyên parastina jin YPJ digre ser milê xwe. Konferansa me diyar kir ku her awayî nêzbûn, an jî tifaqên hêzên herêmî û navnetewî heger xizmeta berjewendiyên gelên herêmê û destkeftiyên jinê neke, wê bi ti awayî neyê pejirandin û bedelê wê çi dibe bila bibe, wê YPJ destkeftiyên jin û gelên herêmê biparêze.

Îro bi taybet li Kurdistanê, di tevahiya erdnîgariya Rojhilata Navîn û cîhanê de tundî, destdirêjî, întîhar, kuştin û tepisandin bi awayekî dijwar li dijî jinê tê meşandin. Hişmendiya zilamê desthiladar jinê di malê de difetisîne, hêzên dagirker jî di hemû qadên jiyanê de wê hedef digre. Bi êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê, jin ji rewşên herî giran re derbas dibin. Ji bo ev operasyonên dagirkeriyê têk biçin û vala derkevin, di bingehê stratejiya şerê gelê şoreşgerî de divê tevahî jin pêngava parastina cewherî ya tevgera azadiya jinê ji bo xwe esas bigrin û li ser vê bingehê tevlê nava refên YPJ’ê bibin da ku xwe ji hişmendiya desthiladar, cinsiyetparêz û qirker xilas bikin. Bi vî rengî em ê karibin xwedî li azadiya xwe û nirxên şoreşa azadiyê derkevin.

Li gel van hemû pêşketinan, konferansa me pêvajoya 2 salên borî di warê bîrdozî û rêxistinî de nirxand. Nebesî û lewaziyên di pratîkê de hatine jiyîn, bi berfirehî dahûrand û ji bo pêkanîna derketineke nû, rexnedayîneke xurt pêş ket. Her wiha ji bo ku asteke bilintir a têkoşînê di şer û jiyanê de pêk were, biryara ji nûve avakirina YPJ’ê hate girtin. Li ser vê bingehê jî hate diyarkirin ku divê navenda parastina jin a Bakur-Rojhilatê Sûrî sazîbûna xwe pêş bixe û asta rêxistinbûna xwe bilind bike.

Çawa ku YPJ di pêvajoyên destpêka şoreşê de bi erka pêşengiyê rabû, di her warî de xwe fedayê şoreşê kir, can û bedel da, ji îro şunde jî parastina van destkeftiyên ku hatine avakirin, xwedî derketina li vê mîrateya dîrokî herî zêde erka jina ye. Weke YPJ emê jiyanê di xeta şerê gelê şoreşgerî de bi rêxistin bikin û nirxên şoreşê mayînde bikin. Li hemberî polîtîkayên zilamê desthiladar ên şerê taybet, hêza ku mirovahiyê û jiyanê biparêze, parastina cewherî ya jina ye. YPJ jî pênaseya rêxistinkirî ya parastina cewherî a hemû jina ye. Nirxên şoreşê ancax bi sekna jina xwedî îrade, zana, bi welatê xwe û xaka xwe ve girêdayî, namûsê ne di jinê de, di azadiya welat û gelê xwe de dibîne, pêkan bibe. YPJ nasnameya jina rêxistinkirî ye. YPJ xwebûne. YPJ girêdana bi Rêbertî û nirxên şoreşê re ye. YPJ hêza xweser û rêxistinkirî ya parastina hemû jina ye. YPJ xwe dispêre paradîgmaya netewa demokratîk û bi vî rengî dibe navê jinên Ereb-Kurd-Suryan-Ermen-Tirkmen û tevahî jinên cîhanê. Li ser vê bingehê konferansa me bi idîa û biryardariyeke mezin da diyarkirin ku YPJ ji bo pêkanîna erkên dema nû amade ye.

Weke yekîneyên parastina jin YPJ, çawa ku me DAIŞ têk bir, di serî de dewleta Tirk a faşîst û PDK, tevahî hevkarên şerê qirkirina gelan, li dijî her awayî êrişên li ser herêma me, emê bi çalakiyên xurt bersiv bidin û bi rola xwe ya pêşengiyê rabin. Ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk emê bi awayekî aktîf bi erkên xwe yên parastinê rabin. YPJ xwedî wê hêz, îrade û biryardariyê ye ku hêviya gel û jinan, xewn û xeyalên tevahî şehîdên şoreşa jinê, bi serkeftinê tacîdar bike. Li ser vê bingehê em soza xwe nû dikin û em dibêjin, bi ruhê fedaî yê şehîd Zîlan, Arîn û Rêvan, Sara û Ruken, Avesta û Barîn, Şervîn Şerdar, Sorxwîn Rojhilat, Azadî Dêrik, Zozan Hesekê, Hebûn Enteriyê, Îvana Hoffman û bi hezaran şehîdên azadiya jinê heta pêkanîna serkeftinê û mayîndekirina şoreşa jinê, emê têkoşîna xwe ya azadiyê bi awayekî xurt bidin meşandin û siberojeke azad diyarî mirovahiyê bikin.