Endamê YNK’ê Şalaw Elî: Em daxwazên dewleta Tirk bi cih naynin

Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şalaw Elî Eskerî dgot YNK alîkariya îstîxbaratî pêşkêşî dewleta Tirk nake û ew ê daxwazên wê bi cih nayne.

Endamê YNK’ê Şalaw Elî: Em daxwazên dewleta Tirk bi cih naynin
1 nîsan 2024   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, dixwaze operasyoneke nû li dar bixe. Ji bo vê jî bi hevkariya PDK’ê dixwaze bigihîne armanca xwe. Her wiha bi gefan jî dixwaze YNK jî wekî PDK’ê alîkariya wê bike.

Endamê Mekteba Siyasî ya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şalaw Elî Eskerî, der barê van hewldanên dewleta Tirk de, ji Dengê Amerîkayê re axivî.

Şalaw Elî diyar kir YNK dê daxwazên dewleta Tirk bi cih neyne û got: “Tirkiyeyê gef li PKK’ê xwariye û giliyê YNK’ê jî kiriye. Lê zehmet e YNK daxwazên Tirkiyeyê bi cih bîne. Em nikarin cihê endamên PKK’ê ji bo Tirkiyeyê diyar bikin û alîkariya îstîxbaratî pêşkêşî Tirkiyeyê bikin.”