​​​​​​​'YPJ bû mîrateya tevgera rizgariya jinan'

Şervanên YPJ'ê diyar kir ku bi saya keda Rêber Abdullah Ocalan jin ji her demê bêhtir bûn xwedî hêz û bawerî û YPJ jî bû mîrateya tevgera rizgariya jinan.

​​​​​​​'YPJ bû mîrateya tevgera rizgariya jinan'
​​​​​​​'YPJ bû mîrateya tevgera rizgariya jinan'
​​​​​​​'YPJ bû mîrateya tevgera rizgariya jinan'
6 nîsan, 2025   02:35
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di 4ʹê Nîsana 2013ʹan de hat avakirin. YPJ wek artêşeke jinan tê dîtin û di qadên şer ên li hemberî çeteyên DAIŞʹê û êrişên dewleta Tirk a dagirker de têkoşîna rizgarkirina jinan dimeşîne. Têkildarî salvegera 12'emîn a demezirandina YPJ'ê (4 Nîsan 2013), şervanên YPJ'ê ji ajansa me re axivîn.

Şervanê YPJ'ê ya Talîn Hosê ya ji pêkhateya Ermen got: “Erk û mafê her jinekê ye ku cihê xwe di nava şoreşê de bigire, xwe biparêze û li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bimeşe. Dema Serokatî got; ’Şoreşa Rojava, şoreşa jinê ye’ ev erk li ser milê me ye ku em xwedî lê derbikevin. Em deyindarên Serokatî ne ji ber ku wî zemîna soreşa jinan ava kir."

Talînê behsa komkujiyên li ser Ermenan jî kir û wiha dom da axaftina xwe: "Ji ber ku em Ermen bê rêxistin bûn, me nedikarîbû xwe biparasta, me nedizanî sîlah çi ye û şoreş çiye? Pir kêmaniyên me hebû; di sala 1915´an de komkujî li ser me hat kirin. Lê belê îro bi saya keda Rêber Apo em ji her demê zêdetir bûne xwedî hêz û bawarî. Di heman demê de Rêber Apo ev şoreş  ji bo hemû neteweyan afirand, bi taybeyî jî em weke jin me di nava vê şoreşê de xwe nas kir û em bûn xwedî hebûn. Em di nava vê şoreşan de baxçeyekê ji hemû rengan e. Dema me wateya axaftinên Rêbertî fêm kir, me fêm kir ku şoreş, şoreşa hemû neteweyan e. Em hemû yek in. Hin kes dibêjin jin ji hev heznakin. Ev bandora fikirê baviksalarî ye. Ez wek jinekê ku cihê xwe di nava YPJ´ê de digirim dibêjim; ev nêrîn şaş e. Eger  hezkirina me ji hev re nebûye niha em nedigihaştin vê rojê. Dijminê me çiqasê xurt be jî lê belê em bi yekitî, bi hezkirin û bi fikirê xwe wan têk dibin."

Talînê behsa şoreş û berxwedana YPJ'ê a li bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê jî kir û wiha got: "Em YPJ coş û moralê ji gelê xwe digirin û dijmin tune dikin. Jin cihê xwe di hemû qadan; dîplomasî, leşkerî, siyasî û hwd de digirin. Jin li her cihî xwedî hêz û bawerî ne. Her çendî fikirê baviksalar jinan biçûk bibîne, lê dema ez çavên hevalên xwe meyze dikim tiştên xweş di çavên wan de dibînim. Em bi hev re dijîn. Ez çiqasî biaxivim û di vî alî de nirxandinên xwe bikim têrê nake."

Talîn Hosê di dawiya axaftina xwe de azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hêvî kir û wiha got:" Hêvî û baweriya me ew e ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe. Her çendî em li ser fikir û felsefeya wî bimeşin jî em dixwazin bi fîzîkî jî li gel me be. Em 4´ê Nîsanê li Rêber Apo, gelê xwe û hemû hevalên xwe pîroz dikin. Ev roj ne tenê ji bo Serok tenê ye, di heman demê de ji bo me hemûyan rojeke pîroz û bi qîmet e. 4´ê Nîsanê roja rojbûna Serokatî, rojbûna me ye."

'ROJBÛNA RÊBER APO Û DEMEZIRANDINA YPJ'Ê RONAHÎ NE'

Şervana YPJ’ê Wetîn Firat a ji pêkhateya Ereb jî 4'ê Nîsanê li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û demezirandina YPJ'ê li tevahî jinan pîroz kir û got: "Ya ku xwedî li vê axê derkeve û wê biparêze şervanên YPJ'ê ne. Em jî weke şervanên ji pêkhateyên Ereb soza xwe nû dikin û roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ji bo me rojeke nû ye."

'EM Ê TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN Û ŞOREŞA XWE BIPARÊZIN’

Şervanê YPJ'ê ya ji pêkhateya Kurd Xwînda Kurdistan anî ziman ku ew bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gihaştin vê rojê û got bi sedan jin cihê xwe di nava qada leşkerî de digirin.

Xwîndayê behsa peyama Rêber Abdullah Ocalan kir: "Peyama ku ji Rêber Abdullah Ocalan hatibû ji bo me cihê kêfxweşiyê ye û zindîbûnek ji bo jiyana me de hate afirandin. Bi saya felesefeya Rêber Abdullah Ocalan em dikarin îro rojbûna Rêber Apo û salvegera damezirandina YPJ'ê pîroz bikin. Bi rojbûna Rêber Apo rojeke nû li ser me hiltê."

'TÊKOŞÎNA JINAN BI SAYA RÊBER ABDULLAH OCALAN E'

Şervana YPJ'ê ya ji pêkhateya Ereb Şîraz Çekdar jî rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û salvegera demezirandina YPJ'ê li tevahî gelên cîhanê pîroz kir û wiha got: "Meha Nîsanê meheke pîroz e. Du rojên pir girîng; salvegera demezirandina YPJ'ê û rojbûna Rêber Apo bi hev re tên pîrozkirin.  Bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan tevahî jin û ji hemî pêkhateyan li hemberî zihniyeta baviksalar têkoşîna azadiyê dikin."

(bb)

ANHA