Desteya Tenduristiyê êriş şermazar kirin

Endamên Desteya Tenduristiyê êrişên dewleta Tirk a dagirker bi daxuyaniyekê şermezar kirin ku di encama wan de 8 welatî şehîd bûbûn û bi dehan kes jî birîndar bûbûn.

Desteya Tenduristiyê êriş şermazar kirin
28 kanûn, 2023   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Desteya Tenduristiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê îro li ber avahiya xwe ya li Reqayê kom bûn û daxuyaniyek da. Cîgira Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê Şêrîn Ebbas daxuyanî xwend.

Şêrîn Ebbas diyar kir ku ji ber bombebaranê li stasyona navendî ya oksîjenê û navenda diyalîzê xizmet sekiniye û wiha got: “Wê stasyona gaza oksîjenê, xizmet dida gelek nexweşxane û navendên tenduristiyê.”

Şêrîn Ebbas got bi vî awayî jiyana wan nexweşan ketiye ber metirsiyeke mezin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em wek Desteya Tenduristiyê di wê baweriyê de ne ku ev yek projeya yekitiya hemû gelê Sûriyeyê ye û em ê bi ser bikevin. Her wiha li gel hemû şert û mercên dijwar, kesên ku cilê spî li saziyên tenduristiyê li xwe dikin, dê bi sonda xwe û wateya rengê spî û têgînên wê yên ku sembola aştî û hezkirinê ne, dilsoz bimînin.”