Şêniyên kantona Cizîrê: Serkeftin dê para gelan be

Şêniyên kantona Cizîrê derketin xwepêşandanan û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Şêniyan got dê serkeftin para gelan be.

Şêniyên kantona Cizîrê: Serkeftin dê para gelan be
Şêniyên kantona Cizîrê: Serkeftin dê para gelan be
Şêniyên kantona Cizîrê: Serkeftin dê para gelan be
Şêniyên kantona Cizîrê: Serkeftin dê para gelan be
Şêniyên kantona Cizîrê: Serkeftin dê para gelan be
Şêniyên kantona Cizîrê: Serkeftin dê para gelan be
28 kanûn, 2023   15:08
QAMIŞLO

Çalakiyên mertalên zindî li gundê Siweydiyê yê Dêrikê bi dirûşma "Hilweşandina  binesaziya Rojava ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve sûcekî li dijî mirovahiyê ye" di roja sêyemîn de dawî bû.

Şêniyên Dêrikê, herêma Koçerat, endamên saziyên Dêrikê û meclisên wê tev li çalakiyan bûn.

Şêniyan heta konê çalakiyê ya li stasyona Siweydiyê meşiyan û daxuyaniyek da. Hevserokê Meclisa Bajarê Dêrikê Mehmûd Kalî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk bi van êrişan nikare me bitirsîne. Berovajî wê, israra me ya berxwedanê û girêdana me ya bi axê û hêzên xwe yên leşker, zêde dike. Teqez serkeftin wê para me be."

GIRKÊ LEGÊ

Şêniyên navçeya Girkê Legê ya kantona Cizîrê êrişên dewleta Tirk a dagikrer ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Her wiha gotin ew ê li hember êrişan li ber xwe bidin.

Endamên saziyên sivîl, xizmetguzariyê û meclisên navçeyê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya hêzên navneteweyî li hember sûcên wê hatin şermezarkirin û bang li wan hat kirin ku helwesteke diyar li hember sûcên dewleta Tirk nîşan bidin.

Her wiha di daxuyaniyê de soza berdewamkirina têkoşînê, parastina destkeftiyên şoreşê hate dayîn.

QAMIŞLO

Yekitiya Parêzeran a kantona Cizîrê li pêşiya avahiya Edaleta Civakî ya li Qamişloyê daxuyaniyek da. Parêzer Ciwan Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker bi sûcên şer hate binavkirin û bêdengiya navneteweyî li hember wan êrişan hate şermezarkirin.

Bang li hikumeta Şamê hate kirin ku ji bo hesabpirsînê ji dewleta Tirk tev bigerin.

Her wiha hate destnîşankirin ku Yekitiya Parêzeran tevahî komkujiyan belge dike ji bo ku rastiyê aşkera bike û hesab ji sûcdaran bê pirsîn.

(şx)

ANHA