Gundewarên Idlib, Heleb û Laziqiyeyê hatin topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker eniyên hev ên li gundewarên Idlibê, Heleb û Laziqiyeyê topbaran kirin.

Gundewarên Idlib, Heleb û Laziqiyeyê hatin topbaran kirin
28 kanûn, 2023   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê vê sibê gundên Fitîra, Sifohin, Filêfil, Bare, Kansefra, Riweyha, Kefer Iwêd ê çiyayê Zawiye yên "herêma bêçek" ya li başûrê Idlibê topbaran kirin. 

Her wiha eniyên Qesir, Kefer Eme yên rojavayê Heleb, endiyên Kebane yên çiyayê Ekrad ê bakurê Laziqiyeyê jî hatin topbarankirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku çeteyên Fetih El Mubîn navendên hêzên hikumeta Şamê yên li gundên Milace, Kewkebe û Dar Mezin ên çiyayê Zawiye li başûrê Idlibê, eniya Til El Melêk a bakurê Laziqiye, topbaran kirin.

SOHR`ê da zanîn ku duh di topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî eniyên Kebane yên çiyayê El Ekrad de 2 çeteyên Tehrîr El Şam birîndar bûn. Her wiha gundên Fitîra, Sifohin, Filêfil û Afis ên Idlibê û eniyên El Qesir û Kefer Eme li rojavayê Helebê topbaran kirin.

(şx)