Desteya Perwerdê û Fêrkirinê rewşa perwerdê li Dêrazorê nîqaş kir

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Kantona Dêrazorê civînek ji rêveberên dibistan û komeleyên perwerdê re li dar xist. Di civînê de rewşa perwerdê, sekna li ser xebatên werza yekemîn û xebata rêveberiyên dibistanan li kantona Dêrazorê hatin nîqaşkikirin.

21 ÇILE, 2024   18:09
DÊRAZOR

Civîn li hola Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Kantona Dêrazorê ya li herêma 7 Kîlo bi beşdariya nûnerên ji Desteya Perwerdê û Fêkirinê ya kantonê, komeleyên perwerdê û rêveberiyên dibistanan hate lidarxistin.  Di civînê de hevserokê Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Kantona Dêrazorê Ebdurezaq El Şiêtî axivî û wiha got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê bandor li rewşa perwerdê ya li herêmê, bi taybet li hermên ser sînorê kir. Balafirên dewleta Tirk çapxaneya Sîmav a çapkirina pirtûkên dibistanê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 712 dibistanê sekinîn û 89 hezar û 418 xwendekar ji xwendinê mehrûm bûn, her wiha 5 dibistan li kantona Cizîrê yekser hatin hedefgirtin. Di encama êrişan de xebata perwerdê li kantonên Firat, Efrîn û Şehbayê rawestîn."

El Şiêtî wiha domand: "Divê em erk û xebata xwe li hember xwendekarên xwe nesekinînin. Divê ev êriş li pêş xebata me nebin bend û li hember êrişan bisekinin, têkoşîna xwe ji bo têkbirina planên hewl didin vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û projeya Rêveberiya Xweser têk bibin, mezin bikin."

Di civînê de pêdivî, astengiya xebatê û koordînakirina bi nivîsgehan re hatin nîqaşkirin, her wiha divê koordîna bi Nivîsgeha Şetib a Desteya Perwerdê û Fêrkirinê, daraya komeleyan, Nivîsgeha Serjimariyê ya Desteya Perwerdê û Fêrkirinê, nivîsgehên serjimariyê yên komeleyan re were kirin.

Di nîqaşan de girîngî dan pêdiviyên dibistan, komeleyan û astengiyên berê çêbûn.

Di dawiyê de beşdaran pirsgirêkên di werza yekemîn de derketine nîqaş kirin, bi taybet pêdiviyên dibistanan. Beşdaran diyar kir ku ew ê li dijî tevahî astengiyan bisekinin û xebatê dewam bikin.

(fr)

ANHA