Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê firoşkarekî hişbirê girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li hundirê Hesekê firoşkarekî hişbirê girt û hebên kaptagonê desteser kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê firoşkarekî hişbirê girt
21 ÇILE, 2024   19:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Têkoşîna Dijî Madyên Hişbirê li Hesekê di 14ˊê Çileyê de firoşkarekî madeyên hişbirê girt. 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê mijarê de li ser malpera xwe daxuyaniyek nivîsîkî da û wiha ye:

"Di encama xebat û hewlên berdewam bo şopandina wan kesên ku bi madeyên hişber re mijûl dibin, piştî şopandin û lêkolîna li ser belavkarên madeyên hişbir û bikarhênerên wê li bajarê Hesekê, kesek bi firotina van madeyan li taxên Hesekê hate gumankirin. Piştî liv û tevgerên wî hatin şopandin, tevlîbûna wî di vî karî de hat piştrastkirin. Ew di kemînekê de hat girtin û ev made li cem wî hatin girtin:

Hebên kaptagonê: hezar û 950 heb

Telefon:1

Di dema lêpirsîna xwe de li xwe mikur hat ku madeyên hişbirê li taxên bajarê Hesekê difiroşe.

Hêzên me diyar dikin ku ew bi erka xwe ya li hember gel û herêmên xwe berdewam in û şopandina firoşkar û bikarhênerên madeyên hişbirê dikin da ku vê nexwaşiyê sînordar bikin û sûcdaran derxin hemberî dadgeriyê da ku cezayê xwe yê adil wergirin."