Desteya Jinan hevdîtinan li Şamê pêk tîne

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser bi Desteya Kar û Barên Malbat û Şêniyan a hikumeta demkî re hevdîtinan dike.

Desteya Jinan hevdîtinan li Şamê pêk tîne
5 tîrmeh, 2026   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerên Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser cara duyem li Şamê bi Desteya Kar û Barên Malbat û Şêniyan a hikumeta demkî re hevdîtinan pêk tîne.

Hevdîtin li Şamê pêk hat û di hevdîtinê de nûnerên ji wezareta Kar û Barên Civakî ya hikumeta demkî jî amade bû.

Li gorî agahiyên ji desteya jin gihiştine ANHA`yê di hevdîtinê de girêdayî entegrasyonê, rewşa karmend û saziyên girêdayî desteyan nîqaş hatin pêşxistin. Di çarçoveya heman mijarê de wê rêzehevdîtin bidomin.

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser cara yekemîn, ji bo mijara entegrasyonê 19`ê Gulanê bi Desteya Kar û Barên Malbat û Şêniyan a hikumeta demkî re re civiyabû.

(sb)

ANHA