Ebdulmutelib ê ku 46 rojan hatibû revandin hat berdan

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ciwanê bi navê Ebdulmutelib Mîro yê ku tevî birayê xwe Avan Mîro hatibû revandin, piştî zêdetirî meh û nîvekê berda.

Ebdulmutelib ê ku 46 rojan hatibû revandin hat berdan
2 kanûn, 2025   20:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ciwanê bi navê Ebdulmutelib Mîro (20 salî) ku di 16'ê Cotmehê de li gel birayê xwe Avan Mîro (23 salî) hatibû revandin, piştî zêdetirî meh û nîvekî berda. 

Dema her du bira ji bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê ji bo tomarkirina li zanîngehê diçûn Şamê, li ser rêya Reqa-Şamê, ji hêla çeteyan ve hatibûn revandin. Çeteyên "Emşat" li ser bendeke kontrolê ya bi navê Meidan ku basa ew tê de bûn sekinandin û ew her du bira revandibûn.

Li gorî malbata wan dabû xuyakirin, Avan piştî çend saetan ji revandinê hatibû berdan, lê diviyabû Ebdulmutelib jî piştî 2 rojan bihata berdan, lê çeteyan heta zêdetirî meh û nîvekê hişt û îro berda.

(ac/fr)

ANHA