Nûnerê Amerîkayê ji El Şeri xwest peymana "êrişnekirinê" bi Îsraîlê re îmze bike

Nûnerê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê piştî ku gihîşt Şamê û ala Amerîkayê bilind kir, banga pêkanîna diyalogê di navbera desthilata Şamê û Îsraîlê de kir.

Nûnerê Amerîkayê ji El Şeri xwest peymana "êrişnekirinê" bi Îsraîlê re îmze bike
29 gulan, 2025   21:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê Tomas Barrack serdana Şamê û daxwaza peymaneke "êrişnekirinê" di navbera desthilata Şamê û Îsraîlê de kir û got çareserî bi diyalogê dest pê dike. Ev serdan, hemwextî îmzekirina peymana enerjiyê ya 7 milyar dolar bi kargehên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Qeter û Tirkiyeyê re, pêk hat. 

Dîplomatê Amerîkayî yê ku erkdar balyozê Washingtonê li Enqereyê wergirtiye, di serdaneke fermî de, piştî tayînkirina wê ji bo nûnerê Sûriyeyê, giştî Şamê. Ev gav piştî ragihandian rakirina cezayên aborî li ser Sûriyeyê hat avêtin.

Tomas Barrack ji Şamê de diayr kir ku "Pirsgirêka Îsraîl û Sûriyeyê dikare çareser bibe û bi diyalogê dest pê bike", her wiha pêşniyar kir ku "dest bi "peymana ne -êriş" ya her du aliyan were kirin.

Girêdayî wê, bi beşdariya nûnerê Amerîkayê îro desthilata Şamê bi 4 şîrketên navneteweyî yên girêdayî DYA, Qeter û Tirkiyeyê re, ji bo piştgiriya beşa enerjiyê peyman îmze kirin.

Wezîrê Enerjiyê yê desthilata Şamê Mihemed El Beşîr got ku nirxê wê peymanê digihîje 7 mîlyar dolar û li gorî peymanê, wê 5 hezar megawat kehrebe were hilberandin.

(mh/fr)