Li Berlînê tecrîd hate protestokirin

Kurdistaniyan li ber Wezareta Karên Derve ya Almanyayê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan protesto kirin.

Li Berlînê tecrîd hate protestokirin
12 hezîran, 2024   15:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ber Wezareta Karên Derve ya li paytexta Almanya Berlînê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinan a Dest Dan û Nav Berlîn ve hate organîzekirin. Kurd û dostên wan beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku li Îmraliyê hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin û wiha hate gotin: “Fikarên ji bo Rêber Ocalan  û girtiyên din ên li Îmraliyê zêde dibin.”

Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên 'Freiheit Für Öcalan', 'Eslebe Öcalan' hatin berzkirin.