Dengê gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Fadrasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca danesandina têkoşîn, jiyan û xebata gaziyên şer kovarek derxist.

Dengê gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
2 mijdar, 2023   13:32
QAMIŞLO

Kovara bi navê “Gazî Şehîdên Zindî Ne” wê her du mehan carekê bê weşandin. Navê kovarê ji nirxandina Rêber Abdullah Ocalan a bi heman pênasyê (Gazî şehîdên zindî ne) hatiye girtin. 

Hejmara yekemîn a kovarê ku di 24 rûpelan pêk tê, bi manşêta “Gazî Manîfestoya Jiyana Azad û Demokratîk in” derket. Di kovarê de nirxandina Rêber Abdullah Ocalan a li ser şoreşa civakî û jiyana nû, her wiha gotar û nirxandinên gaziyên şer ên derbarê êrişên dagirkeriyê û têkoşîna gaziyan hatine dayîn, jiyana şehîdan, serdana şandeyek jinên Skoçyayê ya ji bo fadrasyona gaziyan jî mijarên din ên hejmara yekemîn in. Di kovarê de ji xebatên gazî û şehîdan jî çend wêne hatine bicihkirin.

(a)

ANHA