Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdanek nû kir

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdanek nû kir
2 mijdar, 2023   13:30
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Cengîz Yureklî û Emran Emekçî ji bo karibin muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzer ji bo karibin Rêber Abdullah Ocelan bibînin hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê nikarin bersivê werbigirin.

Di nava 12 salên dawî de parêzeran tenê 5 caran karîbûn Rêber Abdullah Ocalan bibînin. Hevdîtina herî dawî ya parêzeran di 7'ê Tebaxa 2019'an de hatibû kirin.