YRA: Divê berpirsên sûcên li dijî rojnamegeran bên cezakirin

Yekîtiya Ragihandina Azad bi boneya Roja Cîhanî ya Têkoşîna Dawîkirina Bêcezakirina Sûcên li Dijî ‎Rojnamegeran‎ banga hesabpirsîna ji berpisên sûcên li dijî rojnamevanan kir.

YRA: Divê berpirsên sûcên li dijî rojnamegeran bên cezakirin
2 mijdar, 2023   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) bi boneya 2′yê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Dawîkirina Bêcezakirina Sûcên li Dijî ‎Rojnamegeran‎ daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YRA`yê di daxuyaniyê de bang li rêxistinên têkildarî mafên mirovan û rojnamegeran kir ku ji bo hesabpirsîna ji sûcdarên ku li dijî rojnamevanan sûc kirine, bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têbikoşin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku asta demokrasî, ‎azadî û mafên gelan girêdayî asta azadiya çapemeniyê ye û wiha dewam kir: “Li gelek welatên cîhanê hikûmet ji bo bêdengkirina rojnamevanan bi gef, çewisandin, ‎şîdeta fîzîkî, îşkence, girtin, windakirina bi zorê û carna jî bi kuştinê serî li tedbîrên ‎tund didin. Xebatkarên ragihandina azad li her derê bi bêedaletî û hedefgirtinê ‎re rû bi rû dimînin.”

Di dewama daxuyaniya xwe de, YRA`yê bal kişand ser sûcên çeteyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hat gotin: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehan rojnamevan rastî êrişên DAIŞ`ê û dewleta Tirk hatin. Ew alî dixwazin hemû rojnamevanan bêdeng bikin, gefan li ‎jiyana wan dixwin û bi rêya bombebaranê wan qetil dikin.”

 YRA`yê şehîdxistina nûçegihanê ajansa me Îsam Ebdullah (2022) di êrişa dewleta Tirk a dagirker de û hedefgirtina erebeya ekîba Jin TV`yê wekî mînak destnîşan kirin û wiha dewam kir: “Piştî êrişa li dijî ekîba Jin TV`yê YRA'yê Komîteya Şopandina Rastiyan ‎ava kir û li ser belgekirina mijarê kar dike. Dê encamên xebata komîteyê demeke nêz bi ‎raporek berfireh bi raya giştî re were parvekirin.”‎

Di daxuyaniyê de bal li ser revandina rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê desthilata Başûrê Kurdistanê ve jî hat kişandin.

Bang li saziyên eleqedarî mafên rojnamegeriyê û rojnamevanan hat kirin ku ji bo hesabxwestina ji berpirsên sûcên li dijî rojnamevanan bikevin liv û tevgerê.

)fr/c(