DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên ‘çareseriyê’ dan Meclisa Tirkiyeyê

DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên di çarçoveya xebatên komîsyonê de amade kirin radestî Meclisa Tirkiyeyê kirin.

DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên ‘çareseriyê’ dan Meclisa Tirkiyeyê
10 kanûn, 2025   16:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), rapora xwe ya di çarçoveya xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd amade kir ku tê de pêşniyar û tiştên divê bên kirin cih digirin, radestî Sekreteriya Giştî ya Meclisa Tirkiyeyê kir.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê û koordînatora komîsyonê ya partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, endamên din ên komîsyonê Meral Daniş Beştaş, Cengîz Çîçek, Celal Firat û Saruhan Oluç bi hev re rapor radest kirin. 

CHP û Partiya Kedê (EMEP) jî raporên xwe radest kirin.