Konferansa 1ˊemîn a Odeya Pîşesaziyê ya Dêrazorê hat lidarxistin

Di konferansa 1ˊemîn a Odeya Pîşesaziyê ya kantona Dêrazorê de hevserokên Odeya Pîşesaziyê hatin hilbijartin û girîngî ji bo piştgirî û birêxistinkirina pîşekar û pîşesazan hat dayîn.

Konferansa 1ˊemîn a Odeya Pîşesaziyê ya Dêrazorê hat lidarxistin
10 kanûn, 2025   19:19
DÊRAZOR

Rêxistinên Civaka Demokratîk ên kantona Dêrazorê bi amadebûna girseyî ya ji nûnerên Rêxistinên Civaka Demokratîk û Meclisa Rêveber ên Dêrazorê, konferansa xwe li Herêma Meamil li dar xist.

Konferansê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre rewşa siyasî ji hêla endamê rêveber ê Koordînasyona Odeyên Bazirganiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nîdal Ezam ve hat nirxandin.

Piştî nirxandina rewşa siyasî, hevserokê berê yê Odeya Pîşesaziyê Taha El Nados rapora rêxistinî xwend. Di raporê de xebatên hatine kirin û astengiyê li pêş odeyê derketine hatin pêşkêşkirin.

Konferansê bi nîqaşên beşdaran û pêşkêşkirina pirsgirêkên girêdayî karkerên beşa pîşesaziyê bi taybet ên girêdayî firnan dewam kir. Hate gotin ku ji pirsgirêkên rûbirûyî firnan tên, pirsgirêka dabînkirina mazotê û kalîteya wê, kalîteya ard in. Her wiha hat diyarkirin ku divê çareserî ji van pirsgirêkên bingehîn re ku bandorê li jiyana welatiyan dike û lêçûna hilberînê zêde dike were dîtin.

Piştre rêziknameya Odeya Pîşesaziyê ji hêla hevserokê Yekitiya Esnafan a kantona Dêrazorê Fadil El Hacî ve hat xwendin. Hat gotin ku armanc ji rêziknameyê birêxistinkirina mekanîzmeyên xebatê, diyarkirina erk û berpirsiyariyan e ku bi wê re beşa pîşesaziyê bi pêş dikeve û hewcedarî tên dabînkirin.

Konferansê bi hilbijartina Salih El Hebşan û Sena El Casim ji bo hevserokên Odeya Pîşesaziyê ya kantona Dêrazorê, bi dawî bû.

(fr)

ANHA