Dayika Uweyş li ser gora xwe hate bîranîn

Dayika Rêber Abdullah Ocalan, Uweyş Ocalan di salvegera 32’yemîn a wefata xwe de li ser gora xwe ya li Amarayê hate bîranîn.

Dayika Uweyş li ser gora xwe hate bîranîn
11 nîsan, 2025   15:43
 NAVENDA NÛÇEYAN 

Dayika Uweyş di salvegera 32’yemîn a wefata xwe de, li ser gora xwe ya li gundê Amara ya girêdayî navçeya Xelfetî ya Rihayê hate bîranîn.

Ji xeynî endamên malbatê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) siyasetmedar, rêveberên KATDER’ê, xwişka Alî Çîçek ê li girtîgeha Amedê şehîd bûye, Ayşe Çîçek û gelek kesên din beşdarî bîranînê bûn.

Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aişeoglû di bîranînê de axivî û got, Dayika Uweyş li dijî sîstema desthilatdariya mêr têkoşiya ye.

Dayikên Aştiyê Fatma Aktaş û Adalet Çay, aktîvîsta TJA’yê Edle Fîdan jî Dayika Uweyş bi bîr anîn. Beşdaran gul danîn ser gorê û piştre çûn serdana mala ku Rêber Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye.