Di salvegera dayika Uweyş de dayikên Kobanê soza berdewamkirina têkoşînê dan

Malbatên şehîdan ên Kobanê bi daxuyaniyekê dayika Uweyş bi bîr anîn û soz dan ku ew ên "li derdora Rêber Apo bibin xelek û wî bi fîzîkî azad bikin."

Di salvegera dayika Uweyş de dayikên Kobanê soza berdewamkirina têkoşînê dan
11 nîsan, 2025   16:54
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê bi boneya salvegera 32`emîn a wefata dayika Uweyş daxuniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endama Inisiyatîva Rêber Abdullah Ocalan Eyşe Efendî li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê li bajarê Kobanê bi beşdariyan endamên meclisê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de dayika Uweyş hate bibîranîn û hat gotin ku "dayika Uweyş her tim hêz û vîn daye Rêber Abdullah Ocalan û ew li ser bingeha azadî, wekehevî, edalet û azadiyê mezin kiriye."

Her wiha hate gotin: "Em jî soz didin Dayika Uweyş ku em ê her tim ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn bikin û berxwedana xwe hîna xurtir bikin û em ê xwe li derdora Rêber Apo bikin xelek û wî bi fîzîkî azad bikin."

Di dawiya daxuyanyê de hete gotin: "Em soz didin dayika Uweyş ku em ê bi hemû hêza xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîn bikin û li ber xwe bidin heta ku em Rêberê xwe bi fîzîkî azad dikin."

Çalakî bi dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(sş/k)

ANHA