ji berbanga sibehê ve li ser rêya avê ne 

jinên li Kampa Waşokanî ji saetên berbangê ve dikevin ser rêya bermîlên avê da ku pêdiviya xwe ya avê pêşwazî bikin. 

ji berbanga sibehê ve li ser rêya avê ne 
ji berbanga sibehê ve li ser rêya avê ne 
ji berbanga sibehê ve li ser rêya avê ne 
ji berbanga sibehê ve li ser rêya avê ne 
4 îlon, 2025   06:15
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM-ZEYNEB ŞÊXO

Li gorî amarên dawîn, li kampa Waşûkanî ku 12 kîlometre li bakurê bajarê Hesekê ye 2 hezar û 156 malbat ku ji 116 hezar û 276 kesan pêk tê, dimînin. Ev koçber, di 2019ˊan de di encama dagirkirina bajêr ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi darê zorê derketin, di şert û mercên jiyanê yên zehmet de dijîn. 

Bi saetên destpêkê yên berbangê re, Hesîne Mihemed El Elî (45) şiyar dibe, li ber bermîlên avê yên kampê li benda hatina tankerên avê dimîne. Ji 6 salan ve ev karê wê yê rojane; rêwîtiya tîbûnê ya bê dawî, ye.

Hesîne jiyana xwe ya rojane wiha dibêje: "Li kêlek talbûna koçberiya bi darê zorê ji mal û xakê, ji çend salan ve em krîza kêmbûna avê dijîn. Ev pirsgirêk, ji ber piranî xertûmên avê ji bermîla dirêjî konên xwe dikin e û ji me re tiştekî namîne."

Zehra Îbrahîm (50) ku nexweşiyê ew ji hal de xistiye û galonên avê yên giran di bin tavê de hildigire, sekiniye. Zehra wiha qala zehmetiyên xwe dike: "Ji ber veguhastina avê zehmetiya pirsgirêkên tenduristiyê dikişînim. Rê dirêj e û galonên avê giran in, lê tu bijarteyên me nîn in, jiyana me bi van galonan ve girêdayî ye."

Koçber Sena El Elî (30) a ku cara duyemîn ava kişandiye û li pêş kona xwe sekiniye bi dengekî bi hêviyê çîroka xwe vedibêje: "Li kêlek piranî konan bermîl nînin, yan jî dûr in. Ji lew re em mecbûr dibin ku bi mesafeyên dirêj avê veguhêzin. Lê tevî vê yekê jî ava têra ya vexwarinê, şûştinê û pêxistina klîma nake. Daxwaza me ji rêveberiya kampê heye ku Bermîlên avê werin zêdekirin."

Nûçegihanên ajansa me dengên jinan û hêviyên wan ên peydakirina avê ku têra zarokan wan bikin ji rêveberiya kampê re rakirin. Endama rêveber a komîteya xizmetguzariyê ya kampê Kezîvan Hiso hin aliyên vê pirsgirêkê vegotin.

Kezîvan got: "Ji ber kêmbûna piştgiriya rêxistinên civaka sivîl, mîqdara avê li kampa Waşûkanî kêmtir bûye. Pêdiviya me ya lezgîn bi alîkariya rêxistinên navneteweyî û mirovî heye ku mîqdara avê û hejmara xezaneyan zêde bibin."

(fr)

ANHA