Komcivîna Kongra Star bi encamnameyeke girîng bi dawî bû

Kongra Star komcivîna xwe bi diyarkirina encamnameyeke girîng bi dawî kir. Di encamnameyê de girîngî ji bo rêxistinkirin û têkoçîna ji bo pêşxistina îdeolojiya rizgarkirina jinan, avakirina navendên perwerdekirina jinên tundî lê hatine kirin û alîkariya wan, hat dayîn.

 Komcivîna Kongra Star bi encamnameyeke girîng bi dawî bû
 Komcivîna Kongra Star bi encamnameyeke girîng bi dawî bû
 Komcivîna Kongra Star bi encamnameyeke girîng bi dawî bû
 Komcivîna Kongra Star bi encamnameyeke girîng bi dawî bû
 Komcivîna Kongra Star bi encamnameyeke girîng bi dawî bû
 Komcivîna Kongra Star bi encamnameyeke girîng bi dawî bû
 Komcivîna Kongra Star bi encamnameyeke girîng bi dawî bû
 Komcivîna Kongra Star bi encamnameyeke girîng bi dawî bû
 Komcivîna Kongra Star bi encamnameyeke girîng bi dawî bû
 Komcivîna Kongra Star bi encamnameyeke girîng bi dawî bû
 Komcivîna Kongra Star bi encamnameyeke girîng bi dawî bû
 Komcivîna Kongra Star bi encamnameyeke girîng bi dawî bû
 Komcivîna Kongra Star bi encamnameyeke girîng bi dawî bû
25 tîrmeh, 2024   23:59
HESEKÊ

Îro bi boneya salvegera 12'emîn a Şoreşa Rojava, Şoreşa Jinan a 19'ê Tîrmehê Kongra Star komcivînek bi dirûşma "Bi têkoşîna hevbeş em ê şoreşa jinan biparêzin" li xwaringeha Semerqend a bajarê Hesekê li dar xist.

Di komcivînê de bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî, rêxistinên jinan, partiyên siyasî, hiqûqnas, kesayetên sivîl û aktîvîst beşdar bûn û dozên cûrbecûr ên girêdayî jinan hemwextî geşedanên siyasî nîqaş kirin.

Mijara yekê ya li ser bandorên geşedanên siyasî li ser rewşa jinan, ji aliyê endama Navenda Lêkolînan a Firatê Çinar Salih ve hat xwendin.

Di mijarê de hat diyarkirin ku ji destpêka jiyanê ve jinan aborî afirandiye û dema ku jin aboriyê bi rê ve bibin, wê demê tu carî aborî bi paş nakeve.

Her wiha hat gotin ku dema ku jin vegere hemû qadên jiyanê, hingê şer dê rawestin û krîz bi dawî bibin.

Piştre nivîskara rojnameger û rêvebera beşa edîtoriyê ya rojnameya El Ehram a Misrê Esma El Huseynî bi rêya Zoomê destnîşan kir ku jinên Kurd destkeftiyên şoreşa xwe parastin û li hemberî bandorên nerênî li ber xwe da.

MIJARA DUYEMÎN JÎ LI SER TÊGIHA "QIRKIRINA JINAN" Û WATEYA WÊ BÛ

Mijara duyemîn ji aliyê endama Desteya Hevserokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Omer ve hat xwendin.

Di mijarê de de hat diyarkirin ku tevgerên jinan ev têgih afirand, ji bo ku teqeziyê bi tundiya li ser jinan a hêncetên cuda bidin û balê bikişînin ser zordestiya pergala baviksalarî ya li dijî jinan û qetilkirina wan.

Her wiha hat destnîşankirin têgiha "qirkirina jinan" ji salên 1970ˊî ve tê bikaranîn û ji aliyê akademîsyen û rêxistinên civaka sivîl ên navneteweyî û herêmî ve wek Yekitiya Ewropayê hat pejirandin.

Nivîskar û aktîvîsta Sûdanê Seidiye Îsa jî li ser qirkirina nijadî ya li dijî jinên cîhanê axivî.

DESTKEFTIYÊN JINAN ÊN DI ŞOREŞA ROJAVA / BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ DE

Mijara sêyemîn ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed ve hat xwendin.

Di mijarê de hat diyarkirin ku armanca îdeolojiya rizgariya jinan a ku Rêber Abdullah Ocalan di 8'ê Adara 1998'an de pêşkêş kiriye, ne tenê rizgarkirina jinan, her wiha rizgarkirina tevahiya civakê ye. Berovajî wê dewlet û desthilatî civakê li gorî aliyekî dibînin, ew jî hegemoniya zilaman e.

Her wiha hat diyarkirin ku jin hewl didin bi rêya bilindkirina asta têkoşîna xwe ya li hemberî cûreyên tundiyê, civakîbûna resen vejînin.

Di mijarê de hat destnîşankirin ku Şoreşa Jinan a Rojavayê Kurdistanê bûye nimûneyek ku bi hezaran jin li ser esasê wê tê dikoşin û bi rêya wê dîrok, nasname û hebûna xwe nas kirin û êdî dikarin bibin xwedî rol û îradeyeke azad.

Sekretera tevgera ˊSerî hildeˊ ya Jinan a Iraqê Tîba Seid ji Bexdayê, seroka Komeleya Werdet Butrus a Wekheviyê ji Lubnanê, Marî Nasîf Dibis di mijara sêyemîn de beşdar bûn û li ser destkeftiyên jinên Kurd û Ereb di Şoreşa Rojava de axivîn.

JI BO PARASTINA DESTKEFTIYÊN JINAN ÇI PÊWÎST E

Mijara çaremîn jî ji aliyê berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksena Mihemed ve hat xwendin.

Rûksena Mihemed di serî de salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li dayikên şehîdan û tevahî jinên azadîxwaz û têkoşer pîroz kir.

Rûksena diyar kir ku tiştê ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cuda kiriye, yekbûna pêkhateyan û guhertina hişmendiya herêmê ye. Şoreş jî bi vî awayî li ser esasê neteweya demokratîk ava bû.

Di mijarê de rêvebera têkiliyên giştî ya Komeleya Jinan a Xêrxwaz, koordînatora Îtîlafa Parastinê ya Mafên Zarokan a Lubnanê û endama Malbenda Saziyên Giştî ya Filistînê Suad Ebdurehman beşdar bûn.

ˊBI TÊKOŞÎNA HEVBEŞ EM Ê ÇAWA ŞOREŞA JINAN BIPARÊZINˊ

Mijara çaremîn her wiha ji aliyê seroka Malbenda Jîn a Jinan  û koordînatora giştî ya Koalîsyona Nede Buşra Elî ve hat xwendin.

Di mijarê de hat diyarkirin ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşeke civakî ye û bi pêşengtiya jinan tê birêvebirin. Li hember jinan jî astengiyeke mezin heye. Sedem jî ew e ku di serdeman de û bi dirêjiya dîrokê di tu şoreşan de jin nebûne xwedî roleke pêşeng.

Di dewama mijara çaremîn de nivîskar û aktîvîst û seroka Yekitiya Jinan a Partiya Lîberalî ya Misrê Şeyma El Şewarbî beşdar bû û li ser destkeftiyên YPJ'ê di Şoreşa Rojava de axivî.

Di dawiya komcivînê de encamname wiha hat diyarkirin:

1- Xwespartina li rêxistinkirin û têkoşîna ji bo pêşxistina îdeolojiya rizgarkirina jinan, parastina destkeftiyan û bidestxistina destkeftiyên nû.

2- Piştgiriya tevlêbûna hêzên ewlekarî û leşkerî ji bo parastina şoreşê.

3- Xwedîderketina rêxistin û yekitiyên jinan li erkên xwe ji bo avakirina hevpeymana jinan û pêkanîna hevpeymana civakî.

4- Belgekirina binpêkirin û sûcên li dijî jinan ên ku dikevin bin navê qirkirinq jinan.

5-Tê teqezkirin ku hedefgirtina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  li ser esasê qirkirina jinan e, nexasim li deverên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de jin tê hedefgirtin.

6- Tê teqezkirin ku hedefgirtina jinên pêşeng ên Şoreşa Jinan dikeve bin navê qirkirina jinan.

7- Perwerdekirin û hişyarkirina jinan bi rêya perwerdeyan û pêşxistina meteryalên perwerdehiyê ji bo rûniştandina maf û dozên jinan.

8- Pêşxistina rêbazên parastin û xweparastinê ji bo jinan û xurtkirina wan di asta parastinê de.

9- Vegerîna li têgihên olî yên girêdayî jinan û têkoşîna li dijî zayendperestiya olî ya li dijî jinan.

10- Têkoşîna li dijî qirkirina jîngehê, ji ber ku ew jî bi qirkirina jinan ve girêdayî ye.  

11-Têkoşîna li dijî tundiyê, pêşxistina siyaset û bernameya aktîf a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û parastina wê ji tevahî şêweyên qirkirinê

12-Avakirina navendên piştgiriya jinan û peydakirina xizmetguzarî ji wan re.

13-Pejirandina çarçoveyeke qanûnî ku pêşî li sûcên qetilkirina jinan ên bi ajoya zayendî bigire.

14-Xurtkirina jinan di aliyê siyasî de, zêdekirina beşdariya jinan di biryara siyasî de û geşkirina rola wan di civakan de.

15-Divê jin beşeke bingehîn ji xebatên siyasî be ku pêkanîna edalet û wekheviyê misoger bike.

16-Geşkirina hevgirtina jinan û pêwîstiya hevgirtinê di nava jinan de li ser astên hundirîn, herêmî û cîhanî ji bo li hember astengiyên hevbeş bisekinin.

17-Lidarxistina çalakî û însiyatîfên hevbeş ku hevkarî û hevgirtina jinan xurt dike.

18-Geşkirina hişyariya modela demokrasiyê bi xwespartina li kesayeta jina Kurd, bi rêya lidarixstina atolye, panel û geşekirina hevkariyê bi rêxistinên jinan û navneteweyî re ji bo pevguherîna pisporiyan.

19-Avakirina konfederaliya jinên demokratîk ku pêşî li rejîmên desthilat û nijadperestî bigire.

Di dawiyê de beşdaran li ser pabendbûna bi felsefeya ˊJin, Jiyan, Azadîˊ ji bo berdewama têkoşîna hevbeş a parastin û geşekirina şoreşa jinan û kirina şoreşa tevahî jinan li herêmê û cîhanê, kir. Beşdaran got divê ji bo civakeke herî edilane û wekhev ked were dayîn, da ku jin di tevahî aliyên jiyanê de azad, aktîf û bandorker be.

(mh/fr)

ANHA