Cozêf Ewn: Ji bo vebijêrka dan û standinê me bersiv ji Îsraîlê ve wernegirt

Serokê Lubnanê diyar kir ku welatê wî, ji bo vebijêrka dan û standinê ya têkiladrî rizgarkirina xakê Lubnanê, tu bersiveke ji Îsraîlê ve bi rêya navbeynkariya Amerîkayê wernegirtin.

Cozêf Ewn: Ji bo vebijêrka dan û standinê me bersiv ji Îsraîlê ve wernegirt
12 mijdar, 2025   17:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gel berdewam êrişên Îsraîlê li dijî nuqteyên li başûrê Lubnanê û hebûna agirbestê, serokê Lubnanê Cozêf Ewn bi bîr xist ku pêwîstî bi dan û standina bi Îsraîlê re heye.

Ewn di hevdîtina xwe de ya bi şandeya ji sendîkaya edîtoran re diyar kir ku "Lubnanê hîna tu bersiv ji Îsraîlê de bi rêya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo vebijêrka dan û standina rizgarkirina xakê wernegirtine."

Li gorî Nivîsgeha Serokatiyê, Ewn anî ziman ku "Mentiqa hêzê êdî bi kêr nayê, ji lew re divê berêdan hêza mentiqê be. Karê Hizbullahê li herêma başûrê Çemê Lîtanî nîn e. Artêşa Lubnanê li başûr û tevahî herêmên Lubnanê karekî mezin dike."

Hizbullahê di vê hefteya borî de gotibû ku dan û standina bi Îsraîlê re xefk e û diyar kiribû ku li gorî peymana agirbestê ji aliyê Lubnanê dan û standin nayê xwestin.

Serokê hikumetê Newaf Selam jî bersiv dabû û diyar kiribû ku biryara şer û aştiyê dewlet didin, bi wê yekê amajeyê bi dan û standina bi Îsraîlê re dike.

Li gorî peymana di Mijdara 2024ˊan de ya bi navbeynkariya Amerîkayê divê, êrişên leşkerî rawestin, Hizbullah ji başûrê Çemê Lîtanî vekişe, binesaziyên leşkerî fexis bike û çekan deyne.

Li kêlek wê jî li gorî peymanê, divê Îsraîl jî ji başûrê Lubnanê bikişe, lê hêzên Îsraîlê hîna li 5 cihan hene û red dikin vekişîne û êrişan pêk tînin ku li dijî Hizbullahê ne.

(fr)