Jinên Zenûbiya û Kongra Star kampanyaya hevbeş a jinên ji Sûriyeyê bi dawî kir

Kombûna Jinan a Zenbûiya û Kongra Star kampanyaya hevbeş a jinên ji Sûriyeyê ya bi diruşma "Bi hevgirtina jinan em ê Sûriyeyek azad, demokratîk û nenavendî ava bikin" dabû destpêkirin bi daxuyaniyekê bi dawî kir.

Jinên Zenûbiya û Kongra Star kampanyaya hevbeş a jinên ji Sûriyeyê bi dawî kir
12 mijdar, 2025   18:26
REQA

Kombûna Jinan a Zenûbiya û Kongra Star ragihand ku kampanyaya hevbeş a jinên ji Sûriyeyê ku di 12ˊê Cotmeha 2025ˊan de bi diruşma "Bi hevgirtina jinan em ê Sûriyeyê azad, demokratîk û nenavendî ava bikin" hatibû destpêkirin, bi dawî kir.

Kampanya bi dayîna daxuyaniyek hevbeş bi dawî bû. Bi zimanê Erebî Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya Buşra Mihemed û bi zimanê Kurdî endama Kongra Star Zeyneb Xalid, bi amadebûna nûnerên ji meclisên jinan ên di saziyên sivîl ên Reqayê de, daxuyanî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku welat di qonaxeke dîrokî ya werçerxê re derbas dibe ku êşên gelê Sûriyeyê û krîzên berdewam têkelî hev in. Wê yekê bandor li ser mozaîka civakî û siyasî jî kiriye. Digel nebûna aramî û ewlehiyê astengiyên hundirîn û derve zêde dibin, lê di rastiyê de çareseriyên navendîbûnê ku pêkhateyên bingehîn paşguh dike, weke jin û pêkhateyên çandî û olî, nikarin aştiyeke mayînde yan jî edaleteke berfireh pêk bîne.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dûrxistina jinan, pêkhateyên çandî û olî ji beşdariya aktîf di biryardanê de yek ji kûrtirîn diyardeyên krîza Sûriyeyê ye. Li herêmên peravê û başûr binpêkirinên li dijî jinan û pêkhateyan dewam dikin, rola wan di avakirina aştî û biryara siyasî de paşguh e. Ev yek li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê. Ev piştrast dike ku tu çareseriyeke siyasî ku xwe nespêre pergala demokratîk a nenavendî çareseriyeke binkeftî ye û gefan li yekitiya neteweyî dixwe û parçebûnê xurt dike.

Hate destnîşankirin ku destpêkirina kampanyaya hevbeş a jinên ji Sûriyeyê, digel bangên dîtina çareseriyên siyasî yên adilane bersivdana astengiyên heyî bû. Lê ev çareserî bêyî garantiyên rastîn ên beşdariya jinan, pêkhateyên çandî û olî di biryardanê de ne pêkan in.

Li gorî daxuyaniyê, hat aşkerakirin ku paşguhkirina mafên jinan, pêkhateyan an jî paşguhkirina rola wan di avakirina welat de, gefên yekser li dijî siberja Sûriyeyê û yekitiya wê ne. Ev kampanya "dengvedana" li dijî dûrxistinê ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku vê kampanyayê encamên berbiçav weke xurtkirina têkiliya di navbera jinên Sûriyeyê yên hundirî welat û derveyî wî de, berfirehkirina beşdariya civakî di dozên jinan de, çêkirina 80 dîmenên belgekirî, lidarxistina 10 çalakiyên girseyî, şandina 5 peymanên hevgirtina navneteweyî, şopandina ragihandinê ya berfireh, bi dest xistin.

Di daxuyaniyê de daxwaz ji civaka navneteweyî hat kirin û wiha ne:

Guhertina destûra demkî ji bo misogerkirina mafên jinan û pêkhateyên çandî û olî.

Pêkanîna pergala demokratîk a nenavendî ji bo misogeriya temsîlkirina tevahî Sûriyeyiyan di dayîna biryaran de.

Temsîlkirina jinan bi rêjeya ji sedî 50 di saziyên hikumetê de û beşdariya wan a aktîf di biryarên siyasî û civakî de.

Misogerkirina mafên pêkhateyên iraqî, çandî û olî di her çareseriyek siyasî de.

Parastina destkeftiyên jinên ji Sûriyeyê û pêşxistina wan di warên yasa û destûrê de.

Berevaniya jinan ji nijadperestî û tundiyê, bi taybet li herêmên dagirkirî û kampan.

Bicihanîna edaleta pêvajoya veguhêz a berfireh, weke hesabxwestina ji sucdaran û peydakirina mekanîzmayên lihevkirina neteweyî bi beşdariya jinan.

Jinan di daxuyaniyê de bangek lezgîn ji civaka navneteweyî, NYˊyê û rêxistinên mafên mirovan re kir ku zextê li tevahî aliyên Sûriyeyê bikin ku van daxwazên adilane pêk bînin û piştgiriya berdewam ji jinên Sûriyeyê re bikin û xwedî li rola wê ya aktîf di jiyana siyasî, civakî û aborî de derkevin.

Di dawiya daxuyaniya hevbeş a Kombûna Jinan a Zenbûiya û Kongra Star de hat diyarkirin ku avakirina Sûriyeya nû bêyî misogerkirina mafên tevahî welatiyan, rêzgirtina pirrengiya çandî û olî pêk nayê.

(fr)

ANHA