Ciwanên Reqayê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist

Tevgerên ciwanan ên Reqayê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi meşekê şermezar kir û banga pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir.

Ciwanên Reqayê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist
8 sibat, 2024   22:01
REQA

Di meşê de Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqayê, Yekitiya Jinên Ciwan, Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê û Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya Meclisa Rêveber a kantona Reqayê beşdar bûn.

Meşê ji pêşiya yarîgeha Beledî dest pê kir û ber bi çerxerêya Neîm ve bi rê ket. Li wir endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Îsmaîl El Hiwêce got: "Bi navê ciwanên şoreşger ên kantona Reqayê em komploya navneteweyî ku dewletên desthilatdar û kapîtalîst di serî de dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk anîne, şermezar dikin."

El Hiwêce wiha domand: "Tirkiye dewleteke dagirker û terorîst e. Dibêje ew demokratîk e lê Rêbertî di girtîgeha Îmraliyê de ragirtiye. Em ê bi îradeya ciwanên şoreşger û tevgerên ciwanan dîwarên wê girtîgehê bişikînin. Em ji cîhanê re dibêjin ku em ê fikrên Rêber Abdullah Ocalan bişopînin û ji dewletên desthilatdar re dibêjin hûn nikarin roja me tarî bikin."

Meş bi siloganên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(mh)

ANHA