Ciwanên kantona Firatê Konferansa xwe ya 3ˊyemîn li dar xist

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Firatê konferansa xwe ya 3ˊyemîn li navneda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li dar xist.

Ciwanên kantona Firatê Konferansa xwe ya 3ˊyemîn li dar xist
Ciwanên kantona Firatê Konferansa xwe ya 3ˊyemîn li dar xist
Ciwanên kantona Firatê Konferansa xwe ya 3ˊyemîn li dar xist
Ciwanên kantona Firatê Konferansa xwe ya 3ˊyemîn li dar xist
Ciwanên kantona Firatê Konferansa xwe ya 3ˊyemîn li dar xist
Ciwanên kantona Firatê Konferansa xwe ya 3ˊyemîn li dar xist
27 sibat, 2024   17:35
KOBANÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantoan Firatê bi amadebûna bi dehan ciwanan di bin dirûşma "Bi vejîna ciwanan em ê xwe rêxistin bikin, Rêber Apo Azad bikin" konferansa xwe ya 3ˊyemîn li dar xist. Konferans li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê hat lidarxistin.

Hevseroka Desteya Ciwanan û werzîşê ya Kantona Firatê Avaşîn Misto axivî û got: "Em ê her şopdarê fikir û felsefeya Rêber Apo bin. Em konferansa xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li dar dixin. Em ciwan şopdarê fikir û felsefeya Rêberê Apo ne. Weke Rêber Apo gotiyeˊ Me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî bi ser bikevinˊ. Ev ne tenê silogan e, va ye îro jî bi hezaran ciwan li pey fikir û felsefeya Rêber Apo ne."

Avaşîn Misto di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em ê heta dawiyê li pey fikir û felsefeya Rêber Apo bin û em ê her tim li kolanan bin û çalakiyên bikin, ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger dibe."

Di konferans de perspektîfên Rêber Apo hatin xwandin û rewşa siyasî hat nirxandin.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Kontona Firatê Silava Nasan kar û xebatên ku di du salan de pêk hatî nirxand.

Piştre sînevîzyon li ser analîzên Rêber Apo û kar û xebatên ku du salan hatiye kirin hat pêşkêşkirin.

Di dawiyê de nîqaş li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, rol û misiyona ciwanan çi ye û divê çi bikin hat kirin.

Piştre jî encamname hatin diyarkirin û wiha ye;

Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê her tim di nava têkoşînê de bin.

Paradîgmaya Rêbertî bixin bingeha zanabûnê û pêşxistina kesayet û guhertina civakê.

Ji bo belavkirina firkrê Rêbertî perwerde, panel, semîner, komxebat û konferans bên lidarxistin.

Perwerde weke karê esasî ya bênavber were meşandin û herî kêm 10 dewreyên perwerdeyê bên vekirin.

Ji bo parastin û avabûna bingeha şerê gel ê şoreşgerî pêşengtiyê bikin û bixin karê xwe yê sereke.

Bi armanca ku yek ciwan bê rêxistin nemîne hemû ciwan bi fikir û felsefeya Rêbertî bi rêxistin bikin.

Pêşengtiya avakirina sîstema neteweya demokratîk bikin, komîn û meclisên ciwanan li her derê bi rêxistin bikin.

Komîteya parstinê li ser esasê stratêjiya şerê gel ê şoreşgerî û bi şîara mala xwe, taxa xwe, gelê xwe û welatê xwe biparêzin, birêxistin bikin.

Li hemberî hemû êrişên şerê taybet weke fûhûş, madeyên hişbir, dizî, ajantî, teknîk û jiyana xeyalî û şerê îdeolojî têkoşînek bê navber were meşandin.

Li hemberî hemû êrişên dijmin; dewleta Tirk, Sûriyê, Îran û hemû hevkarên wan her di nava têkoşîneke radîkal de bin û haya hemû axa Sûriyê û giştî Kurdistanê rizgar bikin û ji bin dagirkeriyê xelas bikin, di nava şer û têkoşînê de bin.

Giranî bidin xebatên çand, huner û sporê.

Her sal Festîvala Şehîd Bawer were berdewamkirin.

Xwendina Parêznameya Serokatî wekî karê xwe yê sereke bibînin û wan li ser her derê belav bikin.

Pêşiya koçberî û betaliyê bi pêşxistina koparatîvîn were girtin.

 (sş)

ANHA