ˊDivê tundiya li dijî 2 jinên ciwan dozeke civakî were dîtinˊ

Meclisa Jinan a Sûriyeyê sûcê tundiya li dijî 2 jinên ciwan ji aliyê hin zilaman ve li gundê Til El Semin ê Reqayê şermezar kir. Meclisê destnîşan kir ku ev sûc dozeke civakî ya giştî ye û pêwîst e bi rêya guhertina hişmendiya civakî û çalakkirina qanûnên parastina jinan ji sûcên wiha, ev kiryar bên bidawîkirin.

ˊDivê tundiya li dijî 2 jinên ciwan dozeke civakî were dîtinˊ
27 sibat, 2024   17:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi daxuyaniyekî sûcê tundiya li dijî 2 jinên ciwan ji aliyê hin zilam û zarokan ve li gundê Til El Semin ê bakurê Reqayê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hişyariya li ser zêdebûna sûcên kuştin û tundiya li dijî jinan bi bihaneyên "şerefê" di çarçoveya qirkirina jinan de, hat dayîn. Her wiha hat diyarkirin ku pêwîst e aliyên berpirs xwedî li erkên xwe derkevin û hesabê ji sûcdaran bixwazin.

Di daxuyaniyê de ev sûc wek dozeke civakî ya giştî hat diyarkirin nexasim bi nêzîkbûna Roja Jinan a Cîhanê re.

Di dawiya daxuyaniyê de teqezî bi girîngiya çalakkirina qanûnên parastina jinan ji sûcan û tundiya civakî hat dayîn. Her wiha bang li hemû jinan hat kirin ku bi yekrêziyekê destkeftiyên şoreşê û tevahî jinan biparêzin.

(mh)