Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê li Şehbayê panelek li dar xist

Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê ya şaxa Efrîn û Şehba bi navê ‘Astana û berdewama dagirkeriya Tirk’ panelek li dar xist.

27 sibat, 2024   17:17
ŞEHBA

Li Şehbayê Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê ya şaxa Efrîn û Şehba bi navê ‘Astana û berdewama dagirkeriya Tirk’ li navenda xwe ya navçeya Fafînê ya Şehbayê panelek li dar xist.

Di panelê de rûspiyên herêmê, endamên PYDˊê, siyastemdarên herêmê û siyasetmedarên ji Helebê jî beşdar bûn.

Beşa yekem ji panelê ‘Astana û aloza Sûriyê’ ji hêla endama Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê ya şaxa Efrîn û Şehba Werdê Şêxo ve hate xwendin.

Werdê Şêxo wiha got: “Civîna 21ˊê ya Astanayê ji civînên berê ne cudatir bû, ji ber ku wek piraniya babetên civînên berê hat dubarekirin û tu ‏pêşketin di dosyayan de pêk nehatin. Dosyayên ku ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûreyeyê hatine amadekirin ji wan yek nehate pêkanîn. Hemû civînên Astanayê ji bo berjewandiya welatên wan e. Ne ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê ye.”

Her wiha beşa duyem ji panelê ‘Berdewama dagirkeriya Tirk’ ji hêla endamê Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê ya şaxa Efrîn û Şehba ve Lezgîn Kor ve hate xwendin.

Legzîn Kor wiha anî ziman: “Dewleta Tirk ji ber bêdengiya navdewletî, nebûna rola saziyên pêwendîdar ên navdewletî û necîbicîkirina‏ ‏yasayên navdewletî, ji bilî bêdengiya Komkara Dewletên Erebî û nezelalkirina tu tiştekî,‏ ‏di dagîrkirina axa Sûriyeyê de berdewam e. Dewleta Sûriyeyê tu helwestên eşkere li hember‏ ‏dewleta Tirk a dagirker nîşan neda.”

Her wiha bi rêya Watsapê jî tevlêbûn çêbûn.

Ji Almanyayê Ekrem Nasen axivî û diyar kir ku berxwedana gel li Şehbayê berxwedaneke pîroz e û got: "Ji bo me jî ev berxwedana cihê rûmetê ye."

Her wiha ji Filistînê Zeyd Eyûbî û ji Başûrê Kurdistanê ji Silêmaniyê nivîskar û rojnemevan Hozan Efrînî ji her du beşên panelê re nirxandinên xwe kirin û diyar kir ku dewleta Tirk bi siyaseta xwe dixwaze gelan qir bike, lê belê divê gel li hemberî vê siyastê li ber xwe bidin û têkoşînê bilind bikin.

Her wiha kesên ku beşdarî panelê bûne jî diyar kir ku Efrîn û herêmên dagirkirî dê ji dewleta Tirk û çeteyên wê re nemîne.

Panel bi encamnameyan bi dawî bû:

Em tekez dikin ku di hemû civînên Astanayê de çareserî‏ ‏ji krîza Sûriyeyê re nehatin dîtin, lê tenê ji bo berjiwadiyên wan welatan civîn hatin lidarxistin.

‏Destwerdanên derve ji krîza Sûriyeyê re hîn kûrtir bûn.

Bendên  Astanayê bi hemû şêweyan dabeşbûn xaka Sûriyê da avakirin.

Civînên Astanayê yên li pey hev hatine lidarxistin ji dagirkeriya Tirk re deriya hilweşandina binesazî,‏ ‏guhertina demografîk û çand, ferzkirina‏ ‏ziman û binpêkirinên li herêmên dagirkirî zêde kir.

‏Dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya xwe berferhtir bike.

‏Em tekez dikin ku tu alternatîfek ji aloziya Sûriyeyê re ji bilî çareseriya Sûrî-Sûrî û yekbûna hemû‏ ‏hêzên siyasî yên neteweyî yên demokratîk nîne.

ANHA